Rewşa Awarte bi qeyûm hate mayindekirin

Piştî desteserkirina Şaredariya Mezin a Wanê ya HDP'ê kontrolên rê yên di navbeyna Colemêrg, Wan, Agirî û Bedlîsê de zêdetir bûn. Herêm hema hema hatiye dorpêçkirin.

Rewşa Awarte ya ku hikûmeta AKP-MHP'ê 2016'an ragihandî piştî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê mayinde bû.

Li Wanê ku demokrasî û hiqûq ji mê ve hatiye rakirinn ji ragihandina Rewşa Awarte ya 20'ê Tîrmeha 2016'an û vir ve ev 1031 roj in qedexeya çalakî û bernameyan heye. Li Wanê û navçeyên wê ev du sal in daxuyanî û mîtîng qedexe ne. Dayik, HDP'yî, wekîl, hilbijartî û gel derbê dixwin û têne destgîrkirin.

Hikûmet li gel ku Rewşa Awarte rakiriye jî, bi pêkanînên rêveberiya jidiyayî Rewşa Awarte didomîne, piştî darbeya qeyûm a li ser Şaredariya Mezin a Wanê her roj bi ser malan de digirin, mirovan destgîr dikin, digirin û kontrolên li ser rêyan zêde bûne. Li Wanê di 8 mehên 2019'an de bi ser 400 malî de girtine, heta niha 300 kes hatine destgîrkirin, 15 hezar car li Wan navendê û navçeyên wê nasname hatine sehkirin.

BAJAR HATINE DORPÊÇKIRIN

Piştî darbeya 19'ê Tebaxê ya qeyûm bajarên Kurd hatine dorpêçkirin, di navbeyna Colemêrg, Wan, Agirî, Bedlîs û Îdirê de serê kîlometroyekê cihên kontrolê hatine danîn. AKP ya ku qîma xwe pê nayîne di navbeyna bajran de cihên kontrolê were danîn, di navbeyna navçe û gundan jî cihên kontrolê daniye. Ji ber sedema cihên kontrolê li ser rêyan bi sedan wesayit dikevin pey hev, bi saetan welatî bi kêfî têne sekinandin.

BI QEYÛM RE ZEXT ZÊDE BÛN

Nexasim di navbeyna Wan navend û navçeyên wê de sehkirina nasnameyan bûye êşkence. Dema kontrola rê her roj bi rengekî kêfî ceza li ajokaran tê birîn. Dema ku li dij derdikevin jî ajokor û rêwî têne destgîrkirin.

Rêwîtiyekî ku diçe Wan-Çaldêran û Bazidê, ku ji ber sedema ewlehiyê navê xwe neda got li gel ku navbeyna Wan û Bazidê 2 saet in jî ji ber kontrola rê 6 saetan diçin.