Rêwîtiya ciwanekî Helebceyî ber bi Çiyayê Qendîl ve
Gerîla Mîlîtan Cudî yek jî ciwanên Helebce ye. Cudî behsa bîrînên Helebce ê ku hîn nehatine pêçandin kir.
Gerîla Mîlîtan Cudî yek jî ciwanên Helebce ye. Cudî behsa bîrînên Helebce ê ku hîn nehatine pêçandin kir.
Gerîla Mîlîtan Cudî yek jî ciwanên Helebce ye. Cudî behsa bîrînên Helebce ê ku hîn nehatine pêçandin kir. Gerîla Mîlîtan Cudî got, "Dema ku em ketin ser rêya Helebceyê her di bîra min de bû ku ez ew zarokên ku di sînevîzyonê de qîr dikin bibînim. Ez bi xeyala ku wan bibînim ve diçûm Helebceyê. Dema ku min cara yekemin bi zarokên Helebce re veşartok lîst ez her di nava lêgerînên dîtîna wan zarokan dabûm."
16'ê Adara 1988’an gazên kîmyewî li ser bajarê Helebceyê hatin reşandin. Artêşa Iraqê ya rejîma Baas bi çavsorî û hovîtî êrîşî li ser gelê Kurd kir. Di nav de jin, zarok û kal 5 hezar Kurdên sîvîl bi gazên kîmyewî qetil kir.
Gelê Helebceyê ji bo xwe ji şerê li herêmê biparêze ket stargehên xwe. Lê belê ji bomberdûmana hewayî û çekên kîmyewî nekarî xwe rizgar bikin û bûn qurbaniya dîktatoriya Saddam.
Di vê êrîşa dijî mirovahî de 5 hezar sîvîlan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birindar bûn. Da ku em vê qirkirinê û tirsa wê fêhm bikin, her wiha ziyanên gaza kîmyewî ya hat reşandin li ser zarokên ku piştî vê komkujiye hatin dinê ji nêz ve bibînin, me berê xwe da yek ji gerîlayê ji Helebceyê. Her çend şahîdê vê bûyerê nebûye lê belê yek ji şopdarê vê komkûjiya bi êş bû.
Mîlîtan Cudî yek ji ciwanên ku ji Helebce ye, di sala 1992’an li bajarê Helebce tê dine. Mîlîtan Cudî radigîhîne ku malbata wan di sala 1996’an di encama rûdana şerê navxweyî ya di navbera PDK û YNK’de weke her malbatekî Helebceyî bi tirsa ku komkujî re cardin rû bi bû bimînin neçar dimînin ku koçî bajarê Hewlêrê bibin.
Dema ku me li ser Helebce bi Mîlîtan Cudî yê ku yek ji zarokê Helebce ye guftugo kir, bîrînên Helebce yê ku hîn jî nehatine derman kirin me di reşikên çavê wî de zarokên windayî ya Helebce dît.
ZAROKATIYA MIN XELEKEKE WINDA YE
Cudî da zanin ku zarokatiya wî weke xelekeke windayî ya jiyana wî ye û wiha behsa zarokatiya xwe ya windayî dike "Zarokatiya min hemû bi tedawiyê re derbas bû. Ji ber ku dayîk û bavê min reşandina gaza kîmyewî ê ku di roja 16’ê Adara 1988’an bandor bûbûn ev yêk li ser tendurîstiya min jî bandorekî mezin avakiribû. Ji ber wê jî min nekarî xeyalên xwe yê zarokatiyê pêk bînim.Min nedikarî di lîstîna lîstokên cûda cûda a beşdarbûna xwe ji komên zarokan re bidim avakirin. Di temenê xwe ya çar salî de ez nêzî 50’î kîlo bûm, ew jî di encama nexweşiya min ya ê ku her diçû girantir dibû jiber wêjî hemû xeyalên min di avahîyên mina qersokên berfê û rengên sar di nexweşxaneyan da derbas bû”.
Mîlîtan Cudî di domandina axaftinên xwe de dide zanîn ku heta niha zarokên Helebceyî piraniyên xwe siqet tên dinê ango bermahiyên kimyewî xwe di laşê wan de dide der, ji ber vê yekê jî birînên Helebce tu carî nayê jibîr kirin.
Dema ku bîranîn ji bo Helebce li Hewlêrê çêdibe Mîlîtan bi malbata xwe re cara yekem diçe bîranîna Helebce. Cudî dibêje ku dema ku di derbarê komkujiya Helebce de sînevîzyon hatiye temaşe kirin wê gotiye ku ev fîlmeke, zarok û jinên ku qîr dikin jî lîstîkvanin. Ew bi qerînên ku di sînevîzyonê de dibihîse ditirse û dayika wî Mîlîtan hembez dike û wiha jere dibêje ‘netirse, ev yek bi sere me hat, lê em nahêlin ku ev yek bi sere te were’. Mîlîtan her li bendêye ku zarokên ku di sînevîzyonê de qîr dikin werin li gel wî û ji nêz ve wan bibîne. Lê ew tu carî wan zarokan nabîne.
Malbata Cudî piştî komkujiya Helebce yekem car di sala 2004’an vedigere Helebce û Mîlîtan diçe li ser axa xwe ya ku tije xwîn û elem bûye.
Mîlîtan Cudî di berdewamiya axaftinên xwe de wiha behsa çûyîna xwe ya li Helebce dike;
Dema ku çavê min bi egalê kî girtin ez winda bûm
"Dema ku em ketin li ser rêya Helebce her di bîra min dabû ku ez ew zarokên ku di sînevîzyonê de qîr dikin bibînim. Ez bi xeyala ku wan bibînim ve diçûm Helebce. Dema ku min cara yekemin bi zarokên Helebce re veşartok lîst ez her di nava lêgerînên dîtîna wan zarokan dabûm. Dema ku çavê min bi egalê kî girtin ez winda bûm. Demê ez winda bûm gundiyên ku min dîtîn min birin mizgeftekî. Dema ku min egal ji çavê xwe anî xwarê bapîrê min li ber min sekînî bû. Ji min re got ‘tu çima ew qas dûr çûyî’ min jî bersiv da bapîrê xwe u got ‘min zarokên ku di sînevîzyonê de dilîstîn digeriyam’. Bapîrê min ji deste min girt û min bir cîhên ku zarok lê hatibûn qetilkirin. Ji min re got ‘vaye zarokên ku tu lê digerî livirin’ min jî got ‘ka ez wana nabînim’. Çavên wî yên ku min di wan da elem dîtît li min nerî got ‘tu wana nabînî lê em dibînin’. Min di cara yekem di wir de zanî ku ew zarokên ku ez li pey wan bûm hemû li ser wan de bombeyên kîmyewî hatine reşandin.
Mîlîtan Cudî nasnameya Helebce ê ku hat bombebaran kirin ket li nav lêpirsînan û lêkolîn li ser vê yekê kir. Gerîla Cudî dibêje ku gotina dayîka wî a ku dema li wî hembez kiriye aniye li ser ziman, her li bîrê wî de maye û ji bo ku Helebce’yên dûyemîn çênebin bere xwe daye wargehên azad.
Gerîla Cudî hebûna xwe ya dinava têkoşîna azadiyê de weke temam kirina xeyalên zarokên Helebce dibîne û dibêje hatina wî weke tolhildana komkujiya Helebce’ye.