Rêveberiya Xweser a Efrînê: Heta rizgarkirina warê xwe, em ê li ber xwe bidin

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li Şehbayê bi daxuyaniyekê li ber gefên dewleta Tirk a dagirker rabû û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî gef û êrişên dagirkeriyê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a li ser herêma wan, li Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî Rêveberiya Xweser bi zimanên Kurdî û Erebî ji aliyê Hevserokên Desteya Perwerdê ya Efrîn û Şehbayê ve Bêrîvan Xelîl û Subhî Ehmed ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk hewl dide nakokiyên navneteweyî û trajediya gelan bi kar bîne û gelê Tirk ku di nava qeyrana siyasî û aborî de ye, bêdeng bike û bi komên xwe yên çekdar sûcên li  dijî  gelên herêmê bi giştî û li dijî gelên Kurd bi taybetî pêk bîne. Faşîzma dewleta Tirk bi vê armancê bi deh hezaran terorîst derbasî nava xaka Sûriyeyê kiriye. Her wiha herêmên fireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye."

Di daxuyaniyê de kuştina mirovan, binpêkirina mafê mirovan, wêrankirina xweza û şûnwarên dîrokî, guhertina demografiyê ya li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî hatin bibîrxistin û hate gotin, "Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya qirikrinê li dijî gelê me dewam dike. Bi rêya gefxwarina operasyonên leşkerî li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Minbic û Til Rifatê nîşan dide ku di siyaseta qirkirina gelê me de yê li kampên koçberiyê, israr dike."

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi biryardariya xelkên herêmên Efrîn û Şehbayê ya li ser berxwedanê hate kirin û hate gotin, "Ji bo têkbirina hemû planên dewleta Tirk, ji bo bidestxistina mafên xwe û rizgarkirina xaka Sûriyeyê ji hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê, li dora rêveberiya xweser kom bûye."

Rêveberiya Xweser a Efrînê bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybetî jî hêzên garantor a li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Di heman demê de em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî şermezar dikin. Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe yê berxwedêr ku em ê li dijî van gefan li ber xwe bidin û xaka xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin."