Rêveberiya Xweser: Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye

Rêveberiya Xweser a Şengalê wê bi sernava “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye” komxebatekê li dar bixe.

Li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xurtkirina kampanyaya “Dem Dema azadiyê ye” de, rêzeçalakî û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê berdewam dikin.

Bi vê armancê wê 25’ê Sibatê saet 09.00’an de li Hola Azadî ya navenda Şengalê bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye” komxebatek wê were lidarxistin. Komxebat ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tê lidarxistin û hejmarek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê hatine vexwendin. Her wiha wê meclîsên gel ên Şengalê, TAJÊ, tevgera ciwanan, PADÊ, rûspiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî komxebatê bibin. Ji derveyî kes û saziyên ku hatine vexwendin, derî ji her kesek bixwaze beşdar bibe re jî vekirîbe.

Wê komxebat rojek berdewam bike û hewl bide pirsgirêkên demokrasî û azadiyê yên li Iraqê tên jiyîn û li gorî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareserî were nirxandin.

Mijarên esasî ku wê di komxebatê de werin guftugokirin jî wiha ne;

Pirsgirêkên Iraqê û herêmê, çareseriya van pirsgirêkan di neteweya demokratîk de

-Danasîna projeya Xweseriya Demokratîk

-Beriya fermanê û piştî fermanê tevgera jin û ciwanan

-Li ser esasê parastina cewherî, parastina gelan