Rêveberiya Şengalê derbarê êrîşên komên çete yên li ser gelê sivîl ku duh li Xanesorê pêk hatin û helwesta rêveberiya PDK’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Di 3'ê Adara 2017’an de komên çete yên girêdayî PDK û AKP’ê êrîşî bajarokê Xanesorê yê Şengalê kirin û komkujiyek pêk anîn. Di vê komkujiyê de 7 parastvanên Şengalê şehîd ketin û bi dehan jî birîndar bûn. Li ser vê yekê civaka êzidî û tevahiya Kurdistanê nerazîbûnek mezin nîşan da û xwepêşandan lidar xistin. Gelê me yê ku koçberî Rojava kiribû jî di vê çarçoveyê de 7’ê Adarê xwest ku were Xanesorê. Lê dîsa rastî astengî û êrîşa hêzên PDK’ê hat. Bi ava şidayî êrîşî gel kirin, gule reşandin û nehiştin gel were Xanesorê. Di 14’ê Adarê de jî êzidiyên li bajarê Hesekê ya Rojava û pêkhateyên vê herêmê bi armanca xwêpeşandanek aştiyane hatin Xanesorê.
'BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE, EM Ê NEHÊLIN HÊZÊN ÇETE Û DAGIRKER LI SER AXA ÊZÎDXANÊ DESTHILATDAR BE'
Gelê me ku welatiyên li tevahiya Şengalê jî di nav de bûn, xwest meşek şermezarkirinê lidar bixe û helwesta xwe bîne ziman. Piraniya gel ku ji ciwan, jin, pîr, zarokan û bawermendên civaka me pêk dihat; bêyî çek, şîdet û helwestek neyînî dest bi meşa xwe kir. Lê belê komên çete yên ku di 3’ê Adarê de komkujî pêk anîn, vê carê bi awayekî hîn hovtir êrîşî gel kirin. Çeteyên rûpoş ku bi taybet ji bo êrîşan hatine perwerdekirin, bi guleyên rast û bombeyên gazê êrîş kirin. Di êrîşê de jinek ciwan Nazê Nayîf Qewal a 21 salî şehîd bû û 15 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 3’yan hîn jî di xeteriyê de ye. Em wekî rêvebereya Şengalê di serî de sersaxiyê ji malbata keça me ya ciwan Nazê Naif Qewal û hemû gelê Êzidxanê re dixwazin û soz didin ku em ê bedela wê çi dibe bila bibe, em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û rê nedin ku ti hêzên çete û dagirker li ser axa Êzidxanê desthilatdariya xwe ferz bikin.
Êrîş û komkujiyên ku li ser Şengalê pêk tên, encamek polîtîkayên li ser herêmê tên meşandin e. Hêzên wekî PDK û AKP dixwazin Şengalê bikin qurbana van polîtîkayên xwe. Em wekî rêveberiya Şengalê van polîtîka û nêzîkatiyan t, caran qebûl nakin, bi tundî protesto û şermezar dikin.
'ÊRÎŞKARÊN NESÎBÊ XWE JI MIROVAHIYÊ NEGIRTINE, LAÇIKÊN SPÎ YÊN DAYIKÊN ME DI NAVA XWÎNÊ DE HIŞTIN'
Gelê me yê ku li hemberî komkujiyên li ser Şengalê nerazîbûna xwe nîşan dide, bi temamî helwestek aştiyane datîne holê. Ev mafekî mirovî û demokratîk e. Dayikên me bi laçikên xwe yên spî ku sembola aştiyê ye, xwestin rêya çareseriyê nîşan bidin. Lê belê êrîşkarên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine ev sembola aştiyê jî di nava xwînê de hiştin. Ewên ku jinên Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, fedî nekirin û îro jî berê çekên xwe didin jin, keç, zarok û oldarên vê civakê. Ev hêzên tarî ji sekna jinên Êzidxanê ku di kesayeta Nazê Naîf Qewal de xwe dide der, ditirsin.
Li hemberî komkujî û êrîşên li ser Êzidiyan û Şengalê parastin û nîşandayîna nerazîbûnan mafekî mirovî, exlaqî û wijdanî ye. Em wekî civaka êzidî ji ber baweriya xwe ya Êzdayetiyê bê parastin û bi komkujiyan re rû bi rû hatine hiştin. Lewma nîşandayîna îradeya xwe erkek mirovahiyê ye. Pêwîst e PDK û hevalbendên wê me êzidiyan nekin qurbanên polîtîkayên xwe yên qirêj. Siyaseta PDK’ê ya li ser gelê êzidî, xizmetê ji yekîtiya gelê kurd û herêmê re nake. Divê nêzîkahiya li hemberî civaka êzidî di çarçoveya pîvanên neteweyî, exlaqî û dîrokî de be. Lewma li hemberî çalakiyên ku bi vê armancê tên lidarxistin, bikaranîna şîdetê li derveyî mirovahiyê ye.
'YÊN MÎNA DAIŞ'Ê HEWL DAN KOMKUJIYÊ BIKIN, NIHA HEWL DIDIN HINCETAN JI ÊRÎŞA XWE RE BIBÎNIN'
Yên ku li Xanesorê hewil dan komkujiyek wekî ya DAIŞ’ê pêk bînin, bi heman rengî êrîşî gelê sivîl jî dikin. Li aliyê din ji bo van êrîşên xwe dikevin nava lêgerîna hincet û rûpoşan. Yên ku ji bo komkujiyê hatine Xanesorê û bi êrîşkirina ser gel re komkujiyan pêk tînin, niha ji van êrîşên xwe re hincetan nîşan didin.
Ji bo vê em daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûçeyên hinek saziyên ragihandina başûr wekî berevajîkirina rastiyan, xapandina civakê û sergirtina êrîşan dibînin. Daxuyaniyên bi vî rengî tenê xizmeta rewakirina komkujiyan dikin. Rexmî ku di vê êrîşa hovane ya li ser gelê me yê sivîl de şehîd û birîndar çêbûne jî, bi riya ragihandinê dibêjin “wana bixwe êrîş kiriye”. Em jî dibêjin li dîmenên ku çapemeniya azad bi raya giştî re parve kirine, temaşe bikin. Di wir de her tişt eşkere û zelal e.
'JI KOMKUJIYÊN JI NIHA Û PÊ VE RÛ BIDIN, EV KOMÊN ÇETE, PDK Û AKP BERPIRSYAR IN'
Em wekî Rêveberiya Şengalê agahdakirina rast a ji bo gelê me û raya giştî ya cîhanê wekî erkek mirovî dibînin. Sedemên vê komkujiyê û xwediyên wê diyar in. Ji komkujiyên ku ji niha û pê de pêk werin jî, ev komên çete, PDK û AKP berpirsyar in. Heta ku ev komên çete ji axa êzidiyan dernekevin, em ê çalakiyên xwe yên aştiyane û demokratîk berdewam bikin. Ev mafekî mirovî ye û erka xwedî derketina li îradeya xwe û parastina axa xwe ye. Em naxwazin ku kesên bi destê wan xwîna gelê me hatiye rijandin, li ser vê xakê bimînin. Em careke din di serî de bang li rayedarên PDK’ê û hevalbendên wê dikin; eger naxwazin ev alozî mezintir bibe, bila di zutirîn demê de hêzên ku hatine ser xaka me paşve bikişînin. Em wekî rêveberiya Şengalê, careke din didin diyarkirin ku ji îro şundetir jî ji xeteriyên ku çêbibin, ne em rayedarên PDK’ê berpirsyar in.
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Em bang li tevahiya gelê xwe û raya giştî ya cîhanê dikin ku xwedî li gelê Êzidxanê derkevin û helwesta xwe nîşan bidin. Em bang li gelê me yê êzidî û hemû pêkhateyên Nînovayê dikin kul i her qadê dakevin kolanan û van êrîşên hovane re bêjin na û hesap ji van hêzên çete bixwazin, her wiha li dora Şengalê xelekeke mertalên zindî ava bikin."