Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan ê Eniya Kerkûkê Westa Resûl pêşveçûnên li herêmê ji ANF’ê re nirxand.
Di heman demê de komeke çekdar a li zozanên Yayçî ya Kerkûkê çekên wan hatin desteserkirin û hin kesên ji vê komê ji aliyê pêşmergeyan ve hatin binçavkirin.
‘EM TU HÊZÊ QEBÛL NAKIN’
Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan ê Eniya Kerkûkê Westa Resûl, têkildarî bûyera ku AKP û MHP li Kerkûkê çek daye hin koman û hin kes perwerde kiriye jî daxuyanî da. Resûl diyar kir ku di vî warî de tu agahdarî ji wan re nehatiye kirin. Resûl bal kişand ser vî tiştî ku li Kerkûkê hemû hêz girêdayî walîtî û fermandariyan e û got, “Hêzên derveyî walîtî û fermandariyan, nayên qebûlkirin. Ev hêz wê neyên qebûlkirin û wê derqanûnî werin nirxandin.”
‘HÊZEKE ÇEKDAR A KU JI 150 KESÎ PÊK TÊ’
Resûl diyar kir ku Eniya Tirkmenên Iraqê yên girêdayî Tirkiyeyê zêde hêzeke wan a çekdarî tune û got, “Li gorî qeydên me hêza wan a çekdar ji 150 kesî pêk tê. Ev hêz li qadên bin kontrola me de ne. Nimreyên çekan ên di destê vê komê de jî, li ba walîtiyê heye.”
ÇEKÊN KOMA LI YAYÇÎYÊ HATIN DESTESERKIRIN
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin wergirtin duh şev li zozanên Yayçî yê Kerkûkê komeke çekdar hate dîtin. Pêşmergeyan dest danîn ser çekên wan û hin kesên ji komê binçav kirin. Kom ji çend kesan pêk dihat, baş nehate zanîn.