Reşîd: Ji bo Kurdan yekîtiya netewî şert e!

Hevserokê KNK’ê Rêbuwar Reşîd di şêwra yekîtiya netewî de axivî, diyar kir ku pêkanîna yekîtiya netewî ne xeyalperestî ye û got, ‘Ji bo ku Kurd tevlî karwanê mirovahiyê bibin yekîtiya netewî şert e.’’

Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê ya KNK’ê bi tevlêbûna gelek partiyên siyasî, rêxistin, nivîskar, rûspiyan li Silêmanî didome.

Hevserokê KNK’ê Reşîd li şêwrê axivî û got: ‘’Daxwaza ku gelê Kurdistanê ji mêtingeriyê rizgar bibe û azadiya xwe bi dest ve bîne ne xeyalperesyî ye. Bi vî rengî wê derfet çêbibe ku Kurd tevlî karwanê mirovahiyê bibin.’’

Rêbiwar Reşîd diyar ku ew hêvî dikin ku piştî guftûgoyên du rojan ew encamek baş pêşkêşî gelê Kurd bikin û got: "Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîşandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bihev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê."

‘ME DI HER CIVATA XWE YA GIŞTÎ DE BEHSA GIRINGIYA ŞÊWRA NETEWÎ KIRIYE’

Axaftina Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd wiha ye:

"Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) cara yekemîn di Cotmeha 2011’an de bi armanca guftûgokirina rewşa gitşî ya Kurdistanê, alozî û şerê ku rû dide Şêwira Yekemîn a Netewî li Brûkselê pêk anî. Cara duyemîn jî di Mijdara 2012’an de li parlementoya Fransayê bi armanca guftûgokirina rewşa Rojava û Sûriyê li dar ket. Şêwira sêyemîn jî di Nîsana 2014’an de ji bo guftûgokirina rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li welatê Siwêdê pêk hat. Piştre jî civîneke berfireh a di asta gelemperiya Kurdistanê de li bajarokê Qerehincîr ya ser bi parêzgeha Kerkûkêye di navbera dîroka 24-25’ê Îlona 2016’an de ji bo guftûgokirina rewşa Başûrê Kurdistanê pêk hat. Me di her cıvata xwe ya giştî de behsa girîngiya pêkhatina şêwira netewî kiriye.

‘ARMANCA SYKES PÎCOT EW BÛ KU KURD NIKARIBIN XWE RÊXISTINÎ BIKIN’

Di encama dagirkeriyeke sedan salî û pêkhatina tifaqa sykes Pîcot de, berê niha  bi 101’an salan di encama şerê cîhanî yê yekemîn de Kurdistan bûye çar parçe. Parçekirina Kurdistanê bû sedem ku têkoşîna azadîxwaziya Kurdistanê zehmettir û aloztir bibe. Bi taybet ku desthilata dagiker ya li çar parçeyên Kurdistanê ne tenê di warê aborî de di gelek aliyan de hewl dan ku Kurdistanê di asteke paşketî û kevneperest de bihêlin. Herçend ev dewletên dagirker di sedsalên derbasbûyî de bi hevre ji ber berjewendiyên xwe yên cuda û şerên mezhebî, bi nakok jî bûne lê di mijara Gelê Kurdistanê de di heman eniyê de cih girtine û hevkariya hev kirine. Van welatan hiştin ku Kurdistan di warê pîşesazî, çandinî, sîstema xwendinê, pêşxistinên civakî û şaristaniyê de di rewşeke xirab de bimîne. Ev siyaseteke bi zanabûn û bi pîlan bû. Ev bûye sedem ku civaka Kurd were bêqîmetkirin, biçûkxistin, bê otorîte hiştin. Her wisa hem sîstema eşîrtiyê parastiye hem jî hinek caran di pêşxistina wê de jî rol lîstiye. Danûstandin û çuyîn hatina Kurdan ya navxweyî astengkirine û qedexekirine. Tovê pîlaneke zehf qirêj ya nakokiyên du alî avêtiye nava Kurdan. Hewl daye Kurdan ji xisletên wan yên netewî dûr bixe û Kurd parçe parçe kirine . Di warê xaknîgarî de jî guhertin çêkiriye. Di vê çarçoveyê de hemû nav û navnîşanên Kurdistanê jî guhertine. Ev jî bûye sedem ku Kurd ji hev dûr bikevin. Guhertina navê gund, bajarok û bajarên Kurdî heta bi çêkirina Ostan, Wîlayet û parêzgehên sexte re hewldane demografiya Kurdistanê biguherin û pêkhateyên Kurdistanê ji hev cûda bikin."

Ev jî yek ji beşeke girîng ya dagirkeriya Kurdistanê ye. Armanca dagirkeriyê birçîkirin, bêkarkirin û paşxistina civaka Kurd e, da ku mirovên wî biçûk û bêhêz bimînin. Ji bo mirovên Kurd bi zehmetiyên mezin jî nikaribe debara jiyana xwe bike, vêya pêk tîne. Armanca sereke ya ji vana tev jî ew e ku mirovên Kurd nikaribin xwe rêxistin bikin, di derbarê rewşa xwe de nebin xwedî zanabûn û têgihiştinek.

Sîstema dagirker ji bo bê îradekirin û teslîm wergirtinê, belavkirina madeyên hişbir weke çekekî modern bi kar tîne. Bi pêşxistina sîstema cehşitî ya di bin navên cûda de, pêşxistina tevna sîxûrî ji bo berhevkirina agahiyan û sazkirina îslama siyasî pakêteke ji bo nûkirina metoda dagirkeriyê ya li Kurdistanê. Bêgûman gelê Kurd di dîroka xwe de her timî bi şêweyên cûda bersiva dagirkeran daye û her wisa têkoşîneke bêaman û mezin di vê oxirê de daye. Ev têkoşîn û xebata ku hatiye kirin di oxira wê de bûye ku asîmîle nebe, rê nede teslîmiyetê û têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bike.

Hêjayî gotinêye ku tevî hemû hewldanên aşitîxwaz yên gelê Kurd, dagirkerên Kurdistanê, di demên xwe yên herî lewaz de jî nêzîkatiyeke daxwazên gelê Kurd pêk bîne ne daye nîşandan. Em ji dîroka xwe jî dizanin ku pirsgirêka sereke ya gelê Kurd ne ew e ku mirovên xwe yên têkoşer û diloz kêmin. Di mijara berdêl dayîn û fedekariyê de jî texsîr nekiriye. Her wisa pirsgirêk ne zêdebûna partî û rêxistinane jî. Pirsgirêka sereke ya gelê Kurdistanê ew e ku heya niha nekariye platformeke yekgirtî ya netewî saz bike. Di wateyeke din de ne di wê hişmendiyê de ye ku di formeke demokratîk û pir alî de yekîtiya netewî rêxistin bike.

Wê ne şaş be ku em bêjin yekîtiya netewî di nava gelê Kurd de pêk hatiye. Ev roj bi roj jî zêdetir û bihêztir dibe. Fikrê mirovekî Kirmaşanî, Silêmanî, Amedî, Hewlêrî û Efrîniyek bi giştî fikrekî netewî û azadîxwaz e. Ew rewşenbîrên ku beşdarê têkoşîn û xebatê dibin, hêdî hêdî zimanekî hevpar digirin. Niha pirsgirêk ne pêkhatina yekîtiya netewî ji lewaziyên rêxistin û partiyên Kurd jêdera xwe digirin ku mekanîzmayên pêwîst ji bo beşdarbûna ji yekîtiya netewî re saz nekirine ku projeyeke netewî di asta rêxistin û partiyan de jî pêk were.

Em dikarin bi dilniyayî bêjin ku niha dem dema Kurdan e û Kurd di dema xwe ya zêrîn de dijîn. Hêza yekane ya ku karîbû pişta DAIŞ’ê bişikîne Kurd bûn. Kurd êdî gelekî bê rêxistin, bê pîlan û bê proje nîn in. Em dibînin ku li beramber vê bihêzbûna Kurdan hêzên dagirkerên Kurdistanê bi qeyraneke mezin ketine. Hêzên navnetewî jî di nava qeyranê de ne. Ji lewma eger wê nexşeyeke nû ya Rojhilata Navîn were çêkirin, ev bê Kurdan nabe û ne pêkane jî.

 ‘PARTIYÊN DEWLETÊN CÎHANÊ YÊN WEKE DYA Û RÛSYA BI KURDAN HEYE’

Cara yekem e ku Kurd bi bi awayekÎ bihêz di rojeva sereke ya cîhanê de cih girtine. Em dibînin ku dewletên mezin yên cîhanî yên weke DYA û Rûsya pêwistiya xwe bi hevkariya Kurdan heye. Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran nûneriya krîzan dikin û Kurd jî li herêmê nûnertiya çareseriyê dike. Ji ber vê yekê dema dijminên me lewaz ketin em wê fersêndê baş binirxînin û li ser esasê deskeftiyên xwe yên netewî tevgerin. Yekîtiya Kurdan dikare van destkeftiyan biparêze. Niha hêzên cûda behsaa mafê Kurdan dikin.

Jinên Kurd jî îro di têkbirina DAIŞ’ê de roleke sereke lîstine û hîna jî dilîzin. Her wisa di warê xwe rêxsitinkirinê de jî li her derê bi rola xwe radibe. Em  KNK vê têkoşîna mezin ya jinên Kurd didin û civîna netewî ya ji bo lidarxistina konferansa 3. a jinên Kurd hate li dar xistin silav dikin û serkeftinê ji xebat û têkoşîna wan re dixwazin.

19 saliya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) îro, cihê şanaziyê ye. Lê, di wê astê de jî nîne ku em bi dirûstî bêjin nûnertiya hemû xelkê Kurdistanê dike. Niha nûnertiya jinan, Asûr, Sîryani, Erb, Çerkes, Êzidî,Yarsan, Kakeî, Feylî, Elewî û hinek aliyan di navê de hene. Çi weke ferd dibe çi jî weke şexsiyetên serbixwe dibe, rêxistineke siyasî yan medenî dibe nûnertiya xwe di navê de hene. Lê, têkoşîneke zêdetir pêwîste ku em bikarin hemû ew pêkhateyên ku di dîrokê de hatine çewisandin û rû be rûyê cihêwaziyê hatine qerebûk bikin û wana himbêz bikin.

Têgihiştin, helwest û pêkanîn demokratîk xisletên girîng in ji bo bihêzkirina yekîtiya netewî. Bi rêya avakirina diyardeyên weke DAIŞ a tundrev u selefîst, tifaqên di navbera hêzên navnetewî ya dijî gelê Kurdistanê û çêkirina hevpeymaniyên cûda, şerê psîkolojîk û dîplomatîk, pêşxistina sîstemeke cehşîtî ya pir alî û bi şêweyên cûda yên îslamiyetê jî pêşxistina metoda dagirkeriyê ye.

‘TIŞTA KU NIHA HERÎ PÊWÎST KONGREYA NETEWÎ YE’

Tişta niha pêwîstiyeke ferz û çarenûsaz, bihêzkirin û berfihkirina yekîtiya netewî û Kongreya netewî ya Kurdistanê ye. Divê em bikaribin xisletekî demokratîk, pir alî, gerdûnî û pêşverûxwaz bidest bixin. Welatê me Kurdistan bi ciyewaziyên xwe ve Kurdistan e. Divê welatê hemû mezhebên îslamî, Xirîstiyan, Cihû, Êzidî, Yarsan, Kakeî, Zerdeştî û yên din jî be. Divê civak li dijî pergala dagiker li ser bingeheke demorkatîk û azadîxwaz were hişyarkirin. Ev xislet stûnên esasî yên yekîtiya netewî ne. Divê ev weke erkekî sereke ya ser milê hemû partiyên siyasî be. Ev temaşekirineke rastbînî ya li cîhanê ye. Ev daxwaz û xeyaleke azadîxwazî ya gelê Kurdistanê ye ku dixwaze ji sîstema dagirkeriyê rizgar bibe û ne xeyaletperestî ye. Bi vî awayî jî derfetê dide ku gelê Kurd beşdarî karwanê mirovahiyê bibe.

Yekîtiya netewî nayê wateya pînekirina pirsgirêkên siyasî, lihevkirineke di navbera hindek aliyan de. Her wisa nayê wateya parvekirina dewlemendiyên Kurdistanê bi ser hev de û bidestxistina desthilatiyê. Yekîtiya Netewî ne ji bo bihêzkirina malbat û eşîretekê ye. Em yekîtiya netewî weke çemkekî siyasî dibînin ku hêmanên wê yên aborî, civakî, exlaqî hene û têkildarî jiyana rojane ye. Ji bo kongreya Netewî ya Kurdistanê Yekîtiya Netewî weke xezîneyeke neteweyî ye. Tê wateya diyarkirina hesab, hêjmara tişt û dewlemendiyên Kurdistanê. Ev jî tê wê wateyê ku hemû welatî di mijara qanûnê de xwedî mafên wekhev û erkên wekhev bin. Tê wateya serweriya qanûn û serbixwetiya dadê. Tê wateya lêpirsînkirina desthilat û hesapxwestinê. Tê wateya şefafbûna sîstema rêveberiyê û çavdêrîkirinê. Her wisa tê wateya enstûtîkirina sîstema rêveberiyê, dewrkirin û guhertina rêveberiyê. Ya herî girîng jî tevlîkirina gel ji sîstema rêveberiya siyasî re ye. Tê wateya serweriya gel ya di diyarkirin û biryar dayîn di derbarê jiyana xwe û siberoja xwede.

‘NABE JI BER TEVLÊNEBÛNA HINEK ALIYAN YEKÎTIYA NETEWÎ WERE TALOQKIRIN’

Nabe ku Yekîtiya Netewî ji ber ne beşdarbûna hindek partî û rêxistinan were taloqkirin. Nayê wateya bêdengbûna li hember hêzên ku xwe li ser gel ferz dikin. Nabe ku aliyeke ku beşdarî yekîtiya netewî dibe xwe ji gel vedize û koşknişînî bike, xwe li ser gel re bibîne. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di wê baweriyê de ye ku hêjmara partiyên siyasî ne pirsgirêk e, dikare bibe diyardeyeke siyasî ya baş jî. Her wisa em di wê baweriyê de ne ku bernameya wan a îdeolojîk bi armanca xizmetkirina civakê ye. Piraniya endamên wan hevxem in bi pirsigrêkên civakê re. Ji ber vêya ye ku em daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê guftûgo û şêwira netewî bibin. Ji ber xwe ji vê xebatê dûr girtin bi bernameya wan re nakok dibe ku dibêjin, ji bo civakê dixebitin. Bi rastî jî beşdarbûn û ji bo beşdarbûnê amadebûn, şertên girîng yên bawerî bi demokrasî û azadiyê ye. Gelê me ku bi hemû pêkhatêyên xwe ve roj bi roj zêdetir nêzî hev dibin û hevdengiyekî çêdikin, keç û xortên xwe diyarî têkoşînê dikin, bi rastî jî nabe ku rêxistinên siyasî derveyî vê bimînin.

KURD DIKARIN VÊ PÊK BÎNIN

Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîşandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bi hev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê. Ji bo civakeke aram û tendûrist pêwîste mafên demokratîk, mafên jinan, mafê çînan, mafên xizmetgûzariyên giştî werin bidestxistin. Em bi vî awayî dikarin sîstemekî konfederalîzma demokratîk ya Kurdistanê pêşbixin ku Ereb, Faris, gelê Tirk û Belûcên cîranên me jî bên nava rêzên Kurdistanê û ji bo pêkanîna herêmeke bi îstîqrar û aram bixebitin.

Şoreşên gelan yên Awropa û Amerîkayê û bihezaran reformên hêja, yên di civaka medenî de vê îspatkirin e ku jiyaneke bi hev re ya hevalbendî û cîranî dikare pêk were û vêya bi pratîkî dane nîşandan. Em Kurd dikarin vêya pêkbînin û dikarin ji bo vê projeyê jî pêşengiyê bikin. Ji ber em di têkoşînê de xwedî berdêl û deskeftiyên mezinin.

Hêvîdar in ku di van du rojan de bi beşdarbûn û axaftinên we yên rastbîn, bikarin encamnameyeke girahbuha pêşkêşî gelê Kurd bikin."