Rejîma AKP'ê dixwaz şaredariyên HDP'ê bike qereqol

Rejîma AKP'ê cîhazên X-ray û kulûbe danîn ber avahiyên  şaredariyên HDP'î yên Cizîr, Hezex û Silopiyayê. Midûrekî emniyetê jî pişta xwe spart polîtîkaya bêcezahiştinê û diyar kir ku ew li dijî qanûnan tevdigere.

HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de şaredariyên Cizîr, Silopiya û Hezexê yên Şirnexê ji qeyûman stendibû. Polîsên Tirk êvara Sêşemê kulûbe û cîhazên X-ray li ber avahiyên şaredariyê bi cih kirin.

Li Cizîrê, li ser dorpêçiya avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve, hevşaredar Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû jî di nav de gelek kes hatin ber avahiya şaredariyê. Zirig qeymeqamê navçeyê weke qeyûm bi nav kir û got, "Em ê serî li ber qeyûm netewînin."

Zirig diyar kir, fermaneke nivîskî ji wan re nehatiye û bi zêdebûna aloziyê re Midûrê Emniyeta Navçeyê hat ber avahiya şaredariyê û îdîa kir ku ev tevdîr ji bo ewlekariya welatiyan e. Polîs anî ziman ku biryar ji aliyê Walîtî û Qeymeqamtiyê ve hatiye dayin.

Di dema nîqaşê de hevşaredar Zirig pirsa "Hûn li dijî qanûna tevdigerin?" li Midûrê Emniyetê yê Navçeyê kir û wî jî got, "Belê, em li dijî qanûnan tevdigerin."

Piştî aloziya ku bi saetan dewam kir, polîsên Tirk cîhaza X-ray li ber avahiya şaredariya Cizîrê bi cih kirin. Zirig destnîşan kir ku wê li dijî vê yekê derkevin.

Li Silopiyayê jî rewşeke bi heman rengî rû da. Hevşaredaran nerazîbûn nîşanî bicihkirina kulûbeya polîsan dan. Bi şev jî li pêşiya avahiya Hezexê cîhaza X-ray ji aliyê polîsan ve hate bicihkirin.