Rejîma Îranê parêzerê Kurd li Ûrmiyê êşkence dike

Piştî du rojan ji destgîrkirina parêzer û mamosteyê zanîngehê yê Kurd Mesûd Şemsnejad, agahiyên taybet gihîştine servîsa Farsî ya ANF ku nîşan dide îstixbarata rejîma Îranê wî eşkence dike.

Yek ji qewmên Mesûd Şemsnejad ligel Ajansa Nûçeyan a Firatê axivî û got, parêzerê bi çavên girtî birine girtîgeha Îtilia’atê ya li kolana Danişkedê li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê û di du rojên dawî de ew li jêr êşkencê de maye. Di axaftinê xwe de çavknaiyê ku nexwest bê naskirin, ragihand ku hevjîn û sê zarokên Şemsnejad di 9 û 10ê Çile de seredana girtîgeha Îtilia’atê kirine, lê berpirsên îstixbaratê daxwaza wan red kiriye û ew tehdîd kirine ku li ser vê mijarê bi ti kesî re neaxivin.

Li gor agahiyên çavkaniya navborî, sê zarokên biçûk ên Şemsnejad (Serok, Serhat û Serhildan) jî roja Pêncşemê ji aliyê sîxûrên rejîmê hatine tirsandin ku 'nabe hûn di derbarê bavê xwe de bi tu kesî re biaxive.' Ajanên rejîmê her wiha malbata Şemsnejad tehdîd kirine ku eger nûçe ango agahiyek li ser wî derkeve derve wê ew bi dijwarî bên êşandin.

Çavkaniya pêbawer her wiha xeber da ku maşîn, hesaba bankê ya Şemsnejad hatine desteser kirin û mekteba wî ya parêzeriyê ku li kolana Ostadan ya Ûrmiyê de ye hatiye girtin, niha jî ji aliyê çend ajanan di bin çavdêriyê ye.

Parêzer Mesûd Şemsnijad di sala 2013'an de 37 rojan li girtîgeha Îtilia’atê de girtî bû û piştre bi danîna wesîqeyekî giran hate berdan. Şemsnijad parastina dosyayên hejmarek ji girtiyên siyasî yên Kurd kiriye ku ji wan Hebîbûllah Golperîpûr hate darvekirin û Elî û Rizgar Efşarî jî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.