'Rejîma Îranê bi siyaseta birçîhiştinê dixwaze vîna gel teslîm bigire'

Fermandarê YRK'ê Şoreş Alan rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya di vê pêvajoya ku nexweşiya Koronayê li tevahiya cîhanê belav bûye de nirxand û bal kêşande ser siyasetên rejîma Îranê ya li hemberî gelên Îranê û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan bal kêşande ser metirsiya belavbûna nexweşiya covîd-19 ya li ser cîhan û civaka Kurd û got: “Şewba korona mîna felaketekê ya li ser cîhanê, mirovatî û civaka me metirsiyekî cidiye, lewma divê gelê me li Rojhilatê Kurdistanê hişyar û bi rêxistin tevbigere. Her wiha bi ruhekê yekgirtî alîkarî û xizmetkirina ji bo hevdu û xwedî derketin li hevdu erkekî exlaqî ya her takekî civakê ye. Gelê me bi şeklekî xweser li gund, bajar û bajarokan erkê parastin, pêşîgirtin û paqijgirtin pêşxistiye û divê li her cihê wê şêwazê pêş bixe. Li hemberî wê şewba metirsîdar pêwîste hemû şêwazên tendirustiyê bi başî pêk bîne. Di qonaxekî wiha de jî erkê hemûyan e ku xwedî li hejarên civakê derbikeve û alîkarê hevdu bin.”

Her wiha Alan bang li wan kesên ku xwedî derfetin kir û diyar kir ku divê alîkariyê bidin mirovên hejar û erkê xwe yê welatparêziyê bi cih bînin.

Şoreş Alan axaftina xwe domand û wiha pê de çû: “Xweparastin û pêşîgirtina belavbûna şewba koronayê, rêbazê tekoşîna li hemberî vê şewbê ye. Lewre divê gelê me hêviyekê ji dewlet neke û her kes bi xwe, hemû saziyên civaka sivîl, ciwanên dilxwaz û tîmên bijîşkî bi şêweyekî xweser rêbazên xwe parastin û paqijgirtina bajar û gundan bikar bînin û hevcedarê rejîmê nebin.”

Şoreş Alan di kesayetiya Mustefa Selîmî de hemû şehîdên rêya azadiyê bi hurmet bi bîranî û got: “Hemû girtiyên siyasî ku li dijî rejîma Îranê di girtîgehan de li ber xwe didin silav dikin. Sersaxiyê ji malbata şehîd Mustefa Selîmî, girtiyên siyasî û gelê me dixwazin, soza tolhildana xwîna şehîdan didin. Îdamkirina Mustefa Selîmî mînakek ji deh hezaran mînakên wek wê ye ku dixwazin bi siyaseta qirêj a îdamkirinê çavê gelê me bitirsînin û ji têkoşînê dûr bixin. Lê bîr û azadiya gelê me bi kesayetiyek wek Mustefa Selîmî gur û geştir dibe. Şehîd Mustefa Selîmî nîşan da ku heya derfetek ji bo azadiyê hebe divê mirov têbikoşe. Mustefa Selîmî nîşana mezlûmbûyîna gelê Kurd e. Her wiha nîşana berxwedêrî û bi îradebûna mirovê Kurd û têkoşîna azadiyê ye. Divê her kes li dijî siyaseta îdamkirinê bêdeng nemîne.

Rejîma biyoiqtîdar û dagirker bi siyaseta birçîhiştinê dixwaze îradeya gel teslîm bigire; gel jî ji bo debara xwe ya jiyanî mecbûrê rê û rêbazên cuda dibe ku ew jî wek pêwîstiyekî jiyanî ye. Roj nîne ku ciwanên Kurd li ser sînorên çêkirî neyên kuştin û birîndar nebin. Tenê beşek biçûk ji feqîran mecbûrê birîna daran û çêkirina komirê dibin. Li hemberî wana gelê me xwedî astekî hişyarbûn û têgihîştinê ye û xwedî helwest e. Em jî wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) xwedî helwestekî zelal in û eşkere ye ku beşek ji pêla tekoşîna me li ser parastina jîngeh û xwezaya Kurdistanê ye û li dijî birîna daran in. Ew yek zirarekî mezin dide jîngeha Kurdistanê. Di bin wê siyasetê de rejîma dagirker a Îranê heye ku gelê me mecbûrê kiriye da ku hindek li dijî xwezaya xwe tevbigerin. Bi teybetî darên Berû’yê ku sembola çiyayên Zagrosê û nasnameya Kurdan e. Ji ber wê parastina jîngehê erkê exlaqî û mirovî yê her takê civakê ye. Îro hêza herî baş yê ku pêşî li birîna daristanan bigire, gel bi xwe ye. Her darek jiyana mirovekê ye, lewma pêwîste têgihiştin hebe. Kesê ku mecbûr dibe ji bo debara jiyana xwe darekê bibire divê bizane ku 10 daran jî biçîne. Pêwîste her kes erkê welatparêzî û jîngehparêziyê pêk bîne, ji ber wê kesên ku xwedî kar in û derfetên wan hene, divê ji wan kesên hejar ku mecbûrin ji bo debara xwe daran bibirin kar peyda bikin, xwedî li wan derkevin û bi vî rengî siyasetê rejîmê vala derxînin.”

Şoreş Alan di dawiya axaftina xwe de wiha bang li ciwnên Kurd kir: “Kesên ku xeyalê wan ê azadiyê heye, dema herî guncav û cihê tekoşîna azadiyê çiya û tevlîbûna nav refên gerîlayên Kurdistanê ye.”