BI DÎMEN

Refîk: Krîza li Başûrê Kurdistanê bi Kongra Netewî dikare çareser bibe

Nûçegihan Ehmed Refîk diyar kir ku sedema krîza siyasî û aborî ya Başûrê Kurdistanê ew e ku berjewendiyên partî û desthilatdariyê bêtir li pêş in û got, “2016’an vê krîzê civak aniye ber sînorê birçîbûnê.”

Refîk ji ANF’ê re axivî û got, “Krîza siyasî ya di navbera Hewlêr- Bexdayê de ya ji ber firotina petrolê, bi xwe re krîza aborî anî. Ti hêviyek nîn e ku ev krîz di demeke nêzîk de were çareserkirin.”

Li Başûrê Kurdistanê ev demek e ku krîzek li dar e. 2016’an jî vê krîzê berdewam kir. Li gor cenabê te ev krîz ji çi tê?

Piştî dagirkeriya DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê hin krîzan rû dan. Sala çûyî ji ber sedema ku Bexdayê bûdçe birî ev krîz kûrtir bû. Piştî ku bûdçe hate birîn, Başûrê Kurdistanê jî hewl da ku petrolê bi serê xwe bifiroşe. Hikûmeta Başûr nekarî siyaseteke baş bi Bexdayê re bi rê ve bibe û ev krîz bi xwe re krîza aboriyê anî.

PDK’ê 2014’an got ku ew petrola Başûrê Kurdistanê bi serê xwe bifiroşin, hatina wê, ji bo Başûr wê baştir bibe. Digot hatina wê ji sedî 17 ya ku Bexda dide wê zêdetir be. Lê mixabin rewş weke ku dihate gotin nebû. Gel ji peyamana di navbera PDK’ û Enqerê de ti sûd wernegirt, hatina wê jî ji sedî 17’an a ku Bexdayê dida ne zêdetir bû.

Krîza 2016’an berdewama krîza 2015 û ev jî berdewama krîza 2014’an a di navbera Malikî û Mesûd Barzanî de bû.

Ev demek e ku Herêma Kurdistanê bi serê xwe petrolê difiroşe. Çima heq ji krîzê derneketin?

A rast Bexda jî heman tiştî dibêje. Hikûmeta Bexda dibêje, herêma Kurdistanê ji para salana ya ku distîne, ji sedî 17’an zêdetir ew ji petrola xwe difiroşe. Bi awayekî sirûştî dipirse bê ka çima mûçe çima nikarin werin dayin û gel hê jî krîzê dijîn. Dibêje, ev pere bi kû ve diçin. Mînak, çima mûçeyê karmend, mamoste, pêşmergeyan nayê dayin? Hatina petrolê ya ku diviya bidana gel çima li holê xuya nake.

Sedema krîza ku em dijîn ji ber pêknehatina peymaneke berbiçav a di navbera Bexda- Hewlêrê de ye û ji ber sedema nebûna bikeyskirine yasayî li ser zemîna berjewendiya gel e.

Biya te pêkan e  ku di demeke nêzîk de krîza di navbera Bexda-Hewlêrê de çareser bibe? Ev ji bo raya giştî xwe çawa nîşan bide?

Têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de vê demê pir hişk bûn. Lê me digot piştî Malîkî wê têkilî baştir bibin. Em li bendê bûn ku standartên jiyanê yê civakê, paralelî çareseriya krîza siyasî baştir bibin. Lê di deme Haydar Abadî de, li Herêma Kurdistanê rewşa gel nebaştir dibe. Mînak ardûyê gel nîn e, mûçe nîn e, xizmeta tenduristiyê û hwd nîn e. Li Iraqê û Herêma Kurdistanê gendeliyên aborî pir zêde ne. Krîza siyasî her ku diçe bêhtir têvlîhev dibe. Ti nîşaneyeke ku ev krîza di navbera aliyan de çareser bibe jî xuya nake.

Di danûstandinên pêşnûmeya yasaya bûdçeya 2017’an de a li parlamentoya Iraqê, di navbera partiyên Kurd de dubendî çêbûn. Tu li ser vê çi dibêjî?

Ji 5 partiyên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê 4’an jî ev pêşnûme pejirand lê PDK’ê destek neda. Niha jî PDK’ê li ser vê pêşnûmeyê dixwaze bi partiyên din re civînekê bike. Lê li gorî yasaya ku hatiye qebûlkirin, Başûrê Kurdistanê rojane wê 550 hezar warîl petrol bide hikûmeta navendî ya Iraqê û di ber vê de jî, hikûmeta Bexdayê wê bûdçeya salê bide.

Qebûlnekirina vê tê wê wateyê ku hikûmeta herêma Kurdistanê naxwaze bi hikûmeta Bexdayê re têkiliyeke xurt deyne. Divê rewşa siyasî ya heyî were çareserkirin. Divê gel tî û birçî neyê hiştin.

Li Başûrê Kurdistanê krîza aborî û siyasî di nav hev de ye. Biya te berpirsê vê kî ye?

Biya min berpirsê sereke yê vê krîzê û sedema rewşa ku niha gel dijî, PDK ye. Lê partiyên din jî berpirs in. Di serî de PDK ye, ji ber ku desthilatdar ew e . Di rewşa niha de serektiya herêmê, serokwezîrtî, wezareta karê hundir, pêşmerge, darayî, têkiliyên derve hemû di destê PDK’ê de ne. Ji bo vê jî beriya hemûyan PDK berpirs e.

2016’an ji bo çareseriyê gelek caran partî li hev rûniştin lê bêencam ma. Niha dîsa PDK bi şandeyan bi partiyên din re rûdine, biya te çareseriyek wê pêk were?

Biya min ev tenê kuştina demê ye û bi mebesta başkirina îmajê ye. Ji hevdîtinê bi YNK’ê, Goran, Yekgirtû, Komara û hwd. re wê ti encam dernkeve û tenê xwe biawiqînin.

Naxwe wê çawa çareser bibe?

Niha rêbaze herî pir tê nîqaşkirin ew e ku, tê gotin divê kongra netewî pêk were û bi vî awayî çareserî were pêkanÎn. Lê îro hem alîgirê kongra netewî hene û hem jî dijber. Ji ber ku kongra netewî wê bandoreke zêde li desthilatdariya partiyê, malbatê bike. Kongra Netewî wê hemû Kurdan ji xwe re esas bigire û bibe malê her kesî. Wê bibe navenda biryarê. Ji bo vê jî hin derdora naxwazin ev navenda biryarê derkeve holê û pêk were. Navendên biryarê yên li ser esasê partiyan ji xwe re çêtir dibînin.

Di vê pêvajoyê de parlamentoya herêmê bê fonksiyon ma. Tu li ser vê çi dibêjî? Çima wiha bû?

Parlamento bi dengên gel hatibû hilbijartin.Parlamento alternatîfî biryarên di navenda partiyan, malbatan û şexsan bû û ev ne di berjewendiya wan de bû. Ji bo vê jî bêkêr kirin.

Bêkêrkirina parlamentoyê sûcekî mezin e ku li dijî gelê Kurdistanê tê kirin. Diviya gel jî li dijî vê rewşê wiha bêdeng nemaye. Ji ber ku di rewşeke wiha de ku gelê herêmê di pêvajoyeke nazik re diçe, pêdiviya me jî bi hêza biryara gel heye. Hêza biryara gel û vîna gel parlamento ye û parlamento îro bêkêr e. PDK weke azîne û rêbazê ji xwe re rastir dibîne ku bi krîzan bi ser krîzan de biçe. Lê vê rêbazê gel bêhtir şepirze kiriye. Ti çareserî jê derneket. Civak pir hêsr bûye û li çirûskeke ronkahiyê digere. Mînak diviya rewşa mamosteyan ne bi vî rengî bûya. Bi dehan profesor û akademîsyen Kurdistan terikandin. Diviya wiha nebûye. Ev rewşeke pir taloke ye.

Ji bo vê jî helkefta qaşa ji bo çareserkirina krîzê ti hêviyê nade. Heke hûn dixwazin probleman çareser bikin divê hûn ji xwe jî hin tiştan bidin. PDK ber bi vê ve nayê.

Ji bo vê sedemê jî 2016’an ji bo gelê Başûr bû sala krîzê, şepirzebûn û trajedî û tî û birçîbûnê.

Em dîsa li kongra netewî vegerin. Di demên dawî de weke ku te jî amaje pê kir, kongra netewî tê nîqaşkirin. Biya te ev kombûn wê pêk were?

Mixabin ez qey ne hêvîdar im ku Kurd di pêvajoya pêş me de bikaribin yekbûneke wiha pêk bînin ku di arênaya navdewletî de bikaribin bi awayekî bihêz bibin xwedî gotin.

Mînak li Rojava Kurdan bi awayekî de facto rêveberiyek ava kirine. Li Bakur gel li ber xwe dide. Rewşa Başûr jî 1991’ê bi vî rengî bû. Ev hemû tişt weke encama rewşa real a herêmê pêk hatin. Yanî ne ji ber yekîtina navxweyî ya Kurd û têkoşîna siyasî pêk hat. Kurd ne bi rêya siyasetê lê bi rêya gerîla, pêşmerge û têkoşîna şervanan pirsgirêkên xwe dibine qada navdewletî. Lê yekîtiya siyasî mixabin ku hêj dernketiye holê.

Biya te astengiya li pêş yekîtiya netewî çi ye?

Li pêş yekîtiya netewî ya Kurdan vîneke bi rastî jî asteng heye. Beriya 2016’an jî wiha bû. Îran, Tirkiye û dewletên din ên herêmê li pêş yekîtiya Kurdan xwedî rewşeke neyênî û asteng in. Nexasim Tirkiye li ser vê rewşê pir bibandor e. Ji bo vê ji, bi armanca pêkhatina kongra netewî divê her kes li cihê xwe têbikoşe.

Niha li Başûrê Kurdistanê sê wîlayet hene lê baş nayên birêvebirin. Aqilê ku ev 25 sal in Başûr bi rê ve dibe hê jî di nav xwe de yekîtiya xwe pêk neanîn. Nikare xwe bi rê ve bibe.

Ji bo vê jî rewşenbîrên başûrê Kurdistnaê, pirsporê kar li ser vê mijarê divê bi rastî jî serê xwe biêşînin. Îro geşedanên li beşên Kurdistanê divê baş werin nirxandin. Em dizanin ku Rojava bi awayekî wê bibe xwedî statûyekê. Li Bakur jî dewleta Tirk rewşa xwe ya heyî bi vî rengî zêdetir wê nikaribe bidomîne. Dîsa em em nikarin bibêjin ku li Rojhilat wê derfetên nû dernekevin holê.

Lê li vir a ku mirovan xemgîn dike û tengezar dike ew ku Herêma Kurdistanê nikare sîstemeke rast biedilîne. Ji bo vê jî ez dibêjim ez ne hêvîdar im û baweriya min bi rêveberiya niha ya heyî nîn e.

Aqilê heyî yê Başûrê Kurdistanê çav berdaye navê civakê. Li dinyayê di hikûmet nan li ser civakê nabire, birçî nahêle û bi vî awayî serweriya xwe domdar nake. Ji bo vê jî ne pêkan e ku mirov ji vî aqilî û sîstemê şaş nebe. Biya min gel jî êdî ahtiye rewşeke wiha ku êdî vê rewşa heyî nema dikare ragire.

Lê li gel her tiştî ez hêvî dikim ku 2017 ji bo Kurdan bibe sala azadiyê.