Rê nehate dayîn heyeta HDP’ê biçe konê sersaxiyê yê Ozdal

Li ser fermana walîtiyê rê nehate dayîn ku parlemeterên HDP’ê biçe konê sersaxiyê yê Koçer Ozdal ê rojên borî bi awayê dest û ling kelepçe kirî rakiribûn Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê û li wir jiyana xwe ji dest dabû.

Heyeta ji parlemeterên HDP’ê pêk dihat xwest biçe konê sersaxiyê yê girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ya li gundê Kêrsê ya bi ser navçeya Gimgima Mûşê. Lê leşkeran carek din heyeta HDP’ê asteng kir.

Heyeta ji Serok Wekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Wekîlê Serokên Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkun, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Mahmut Celadet Gaydalî, Saît Dede, Abdullah Koç, Habîp Eksîk, hevserok û rêveberên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajarên herêmê ber bi gund ve derketin rê.

Heyet destpêkê li nuqteya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê hatiye danîn hat sekinandin û polîsan kontrola nasnameyan kir. Heyet carek din derket rê û vê carê jî li gundê Înakê hat sekinandin. Leşkeran rê li heyetê girt û bi hinceta “Herêma Ewlehiya Derbasdar” a ji aliyê Walîtiya Mûşê ve hat îlankirin destûra çûyînê neda.

Beriya du bi du rojan jî Walîtiya Mûşê rê nedabûn ku parlemeterên HDP’ê tevlî merasîma cenaze bibin û bi destê polîs û leşkeran HDP’yî dabûn rawestandin.

Li ser navê heyta HDP’ê ya ku hate rawestandin Serok Wekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan axivî û got: “Ev karekî mirovî û nayê astengkirin. Ev qedexe ne rast e. Tenê em ê sersaxiyê li malbatê bidin. Lê em dibînin sersaxî û tevlîbûna merasîmên cenaze yên di nava civakê de bûne weke çandekê tên astengkirin. Em bi tundî vê protesto dikin û bang li hikûmetê dikin bi lezgîn dev ji vê polîtîkayên xwe berdin.

Parlemeterê HDP’ê Mîthat Sancar jî wiha got: “Niha gundî diçin gund û tên her wiha ti dengê operasyonan nayê. Neqedexekirina evqas roja a herêmê û qedexekirina herêma ya rastî me hatî bi zanabûn e. Li nexweşxaneyê pêkanînên hatine kirin der mirovî ne. Ji bo li hemberî vê nerazîbûna xwe diyar bikin li vir in. Armanca me ji bo erka xwe ya mirovî bi cih bînin û di derî de ji bo nerazîbûnên xwe li dijî kiryarên der mirovî diyar bikin û raya giştî hişyar bikine. Mixabin tevî hemû hewldanan rê nehate dayîn ku bikevin gund. Me hewl da xwe bigihînin walî lê encam negirt. Me hewl da xwe bigihînin rêveberên asta jor a Wezareta Karê Hundir lê ji wir jî encamek nehat. Bila her kes baş bizane ya li vir tê kirin ne li dijî hinekan yan jî kesekê ye. Eger ku nerazîbûnekî mirovî û wijdanî bê nîşandan wê bigihêje tevahî T irkiyeyê. “

Heyet piştî daxuyaniyê û şûnde derbasî navçeya Gimgimê bûn û serdana esnafan kirin.