Rapora girtîgeha Patnosê: Metirsî li ser jiyana girtiyan heye

OHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê li ser Girtîgeha Tîpa L a Patnosê raporek amade kirin û diyar kirin ku metirsî li ser jiyana girtiyan heye.

Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) û Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê têkildarî lêkolînên xwe yên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê raporek eşkere kirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku rîska li ser mafê jiyanê yê girtiyan qat bi qat zêde dibe.

Li gorî çavdêriya saziyan:

"Herî dawî beriya 15-20 rojan koxûş hatin dezenfektekirin.

Maske, dezenfektan û lepikan nadin girtiyan. Sabûnê gelekî kêm didin girtiyan. Li girtîgehê lîtreyek dezenfektanê bi 55.00 TL'î tê firotin.

Astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatan û aktîvîteyên civakî hîn dewam dikin. Heftane tenê ji bo 20 deqeyan girtî dikarin bi malbatên xwe re biaxivin.

Ava paqij nadin girtiyan, xwarina ku didin wan jî têrker nîne.

Mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin û tenê di rewşeke lezgîn de dibin revîreyê.

Dema ku girtî dibin nexweşxaneyan piştî vegerê 14 rojan li odeyên yek kesî tên hiştin. Girtiyên temenê wan mezin e û nexweş in ji ber vê yekê nikarin biçin nexweşxaneyê."