Rapor: Li Xarpêtê êşkenceyê li girtiyan dikin

Komeleyên girtî û parêzaran ên serdana Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê kirin, ragihand ku li girtîgehan êşkence û binpêkirinên mafan gelek in.

Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleye Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komaleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) têkildarî binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Hejmara 2 a Xarpêtê li avahiya MED TUHAD-FED'ê civîna çapemeniyê lidar xistin.

Endam û Rêveberên MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER a Amedê tevlî civînê bûn. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz daxuyanî da û diyar kir ku malbatên girtiyan têkîldarî êşkence û nêzîkatiyên nebaş a Girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Hejmara 2 Xarpêtê serî li TUAY-DER a Amedê, OHD û MED TUHAD-FED’ê dane û wiha got: “Piştî serîlêdana malbatan, heyeta me di 7’ê Tebaxê de bi girtiyan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de agahî girtin û çavderî kirin. Girtiyan diyar kirin ku di 5’ê Tebaxê de piştî jimartina serê sibê komeke gardiyanan ketine koguşa Umran Cengîz û Burhan Renklî û girtî derpkirine û birine hucreyê. Girtiyan anîn ziman ku du rojan di hucreyê de mane û birine odeya wan. Piştî du roj ser derpkirina wan derbas bibû jî di gelek cihên laşê wan de cihê derpkirinê hat tespît kirin. Girtiyan diyar kir ku dema gardiyanan li wan xistin tîşortê yekî çırandiye.”

Temîzyuz, bal kişand ser binpêkirina mafan û binpêkirinên li dijî mafê girtiyan wiha rêz kir:

"*Hat tespît kirin ku bi kêfî cezayê dîsîplînê didin girtiyan. 32 caran cezayê dîsîplînê dane girtiyekî. Ji van cezayan 4 kesên ku hukumxwar û cezayê muebetê girtî bi hinceta rewşa ne baş înfaza wan şewitandine û tebligat ji wan re şandine.

*Di lêgerînan de dest danîne ser rojnivîsk û destnivîsên girtiyan. Rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re bi awayekî devkî gotiye ‘Tiştekî nenivîsin em destûr nadin.'

*Bi hinceta ku di girtîgehê de cih nîne kargoyên ji girtiyan re diçin asteng dikin.”

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Temîzyuz, dazanîn ku pêşniyarên wan yên ji bo binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Hejmara 2 ya Xarpêtê jî ev in: “

*Divê li dijî êşkence û nêzîkatiyên nebaş a li girtîgehê bi awayekî sîstematî dijî serlêdana sûc û hiqûqî were kirin.

*Divê derbarê pirsgirêkên girtîgehan saziyên netewî û navnetewî werin agahdar kirin.

*Divê di derbarê cezayên dîsîplînê de serlêdanên hiqûqî werin kirin

*Ji bo tedaviya girtiyan were kirin û şertên wan yên jiyanê baş bikin divê serlêdan werin kirin.

*Divê Saziya Înfazê ya Ceza di pêşengtiya Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê de bi hemû rêxistinên sivîl ên civakî bi heyetekê di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê de girtîgeha ziyaret bikin û rast û rast çavderiyê bikin.”