Qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Ji wesîleya 29. salvegera komkujiya Helebceyê, li salona Werzîşê ya Navneteweyî ya li Helebceyê, merasîmek hate lidarxistin û qurbanî hatin bîranîn.
Ji wesîleya 29. salvegera komkujiya Helebceyê, li salona Werzîşê ya Navneteweyî ya li Helebceyê, merasîmek hate lidarxistin û qurbanî hatin bîranîn.
Îro 29’emîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebce ye, ku di 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê rejîma Baas e ve hat kirin. Ji ber salvegera 29. vê komkujiyê, îro li bajarê Helebce bi dirûşma 'Helebce pêşenga şkandina terorê bû û bila pêşenga avakirinê jî be' bi amadebûna Walî û Qeymeqamê Helebce, rayedarên hikûmetê, hizib û xizmên şehîdên Helebce û gelek mêvanan, li Salona Werzîşê ya Navneteweyî ya Helebce hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de peyamên Waliyê Helebceyê yê bi wekalet Elî Osman, Wezîrê Karûbarê Şehîdan Mehmûdî Hacî Salih, Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfaliyan û Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce hatin xwendin. Piştre destegulek li ser wêneyê sembola kîmyabaran Helebce hat danîn.
Di 16’ê Adara 1988’ê de bajarê Helebce ji aliyê rejîma Baas bi çekên kîmyayî hat kîmyabarankirin. Di kîmyabaranê de 5 hezar kesên sivîl şehîd bûn û 10 hezar kes jî birîndar bûn. Her wiha bi deh hezaran kes jî penaberê bajarên din ên Başûrê Kurdistanê û Îranê bûn.