Qirkirina siyasî ya li Amedê: Hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde dibe
Li Amedê hejmara kesên hatine destgîrkirin derket 8’an. Hate hînbûn, ku tekildarî 30 kesî biryara destgîrkirinê hatiye dayin.
Li Amedê hejmara kesên hatine destgîrkirin derket 8’an. Hate hînbûn, ku tekildarî 30 kesî biryara destgîrkirinê hatiye dayin.
Beriya serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan roja Şemiyê, li Amedê li gelek malan operasyona qirkirina siyasî hate lidarxistin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di serdegirtina malan de hunermend Sarya Ertaş û Zilan Dag, Berdan Çelîk, Mazlum Kardaş, Çawîş Davut, Bedrî Çîftkuran, Fermandar Kardeş û Ferît Bademkiran hatin destgîrkirin. 8 kesên ku bi hinceta "îxbar" hatin destgîrkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên ragirtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de hat hînbûn ku ji bo 30 navan biryara destgîrkirinê heye.