Qeyûmên li Wanê bi pereyê xelkê kêfê dikin

Li Wanê xizanî û bêkarî di asteke giran de ye. Di rewşeke wiha de qeyûmên ku dest danîne ser şaredariyên gel, di bi navê meşa xwezayî, taştê, masî, îlahî û bafirokan de ji xwe re kêfê dikin.

Li Wanê ku yek ji bajarên herî zêde bêkarî û krîza aborî lê heye, ji sedî 90’ê şêniyên wê feqîr û bêkar in. Her sal bi hezaran mirovên ji Wanê ji ber bêkarî û xizaniyê neçar dimînin ku warên xwe biterikînin. Di encama vê koçberiyê de gelek mirovên ji Wanê yên ku li bajarên metropolên Tirkiyeyê di sektora înşaetê de dixebitin di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Di vê demê de ku xelkê Wanê di nava krîza aborî de ye, qeyûmê dest daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bacên ku ji gel kom dike li alîgirên xwe û AKP'yiyan belav dike.

Qeyûmên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi salan desteser kirine, gel û bajêr talan dikin. Li Wan û navçeyên wê hê jî bi hezaran kes ji ava vexwarinê bêpar in. Li tax û navenda bajêr sergo kom bûne. Dema zivistanê li kuçe û kolanan hewz û ava herî kom dibin, di havînê de jî ji ber tozê mirov nikare çavên xwe veke. Qeyûmên ku pereyê gel li alîgir û AKP’yiyan xerc dike, deynê şaredariyê yê ku ji aliye qeyûmê Wanê ve hat desteserkirin 2 mîlyon TL derbas kir. Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di bin deynê de fetisandiye, di 6 mehên ewil ên sala 2022’an de gelek mîhrîcan, çalakî û şahî li dar xist. Hemû lêçûnên van çalakiyên ku ji aliyê qeyûm ve tên organîzekirin ji aliyê butçeya şaredariyê ve tê serfkirin.

FESTÎVALÊN KÊFÊ YÊN QEYÛM

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 23’ê Çile de "Meşa Berfê û Festîvala Kulîlka Berfê" li dar xist. Hemû lêçûnên AKP’ê û alîgirên wê yên beşdarî vê festîvalê bûne, ji butçeya şaredariyê hatin girtin.

Di "Festîvala Kaşe" ya ku şaredariyê di 3'ê Sibatê de li dar xist, çûnûhatin, rûniştin û xwarina bi hezaran kesî dîsa ji butçeya şaredariyê hat girtin.

Qeyûmê li Wanê di navbera 15-29'ê Adarê de Festîvala Bazirganiyê ya Wanê li dar xist. Parlamenterên AKP'ê, leşker, polîs, cerdevan û alîgirên AKP'ê beşdarî festîvalê bûn. Hemû lêçûnên festîvalê ku 15 rojan dewam kir, ji butçeya şaredariyê ya ku ew jî aîdî gel e, hat girtin.

Qeyûm di 21'ê Nîsanê de muzîkjenên olî anîn Wanê û konserek li dar xist. Dîsa hemû lêçûnên konser û hunermendan ji kaseya şaredariyê derket.

Di çarçoveya 1'emîn Pêşbirka Maratona Wêneyan a Wanê de, di 21'ê Gulanê de pêşbirka 'Erebeya Hespan' hat tertîpkirin û li vir tade û îşkence li heywanan hatiye kirin. Lêçûnên pêşbirka ku êşkence li heywanan dihat kirin dîsa ji butçeya şaredariyê hat girtin.

Di Festîvala Gastronomiyê ya ku di 1 û 3’yê Hezîranê de hat lidarxistin de ji 10 hezar kesî re xwarin hat dayîn, çûnûhatin û razan jî di nav de ji budçeya şaredariyê hat girtin.

Festîvala Masiyan di 3-5’ê Hezîranê de hat lidarxistin. Hemû lêçûn ji butçeya Şaredariya Erdîşê ya ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin bicihanîn.

Di 12'ê Hezîranê de di bin navê 1'emîn Nîv Maratona Behra Wanê û Beza Gel de pereyên gel li piştgiran hat belavkirin. Li gel 2 hezar kesên ji bajarên cuda, bi hezaran AKP'yiyên vê çalakiyê bi pereyên gel li dar xistin. Xanî û çûnûhatina bi hezaran kesî dîsa ji butçeya şaredariyê hat girtin.