Qeyûmên li Wanê bi biryar û fermana Serokê AKP'ê yê bajêr tevdigerin

Şaredariyên Wanê yên bi rêya qeyûm hatine desteserkirin, bi biryar û fermanên Serokê AKP'ê yê bajarê Wanê Zahîd Soganda ve tên birêvebirin.

Ji 11'ê Îlonê û vir ve bi dehan Şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm hatine desteserkirin û hevşaredarên wan hatine girtin. Yek ji cihên ku şaredariyên xwe ji aliyê rejîma AKP/Qesrê ve hate desteserkirin, bajarê Wanê û navçeyên wê ne. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyên Rêya Armûşê, Artemêtan, Qelqelî û Erdîşê bi rêya qeyûman hatine desteserkirin.

Waliyê Tirk ê li Wanê Îbrahîm Taşyapan ku weke qeyûm dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi pêkanînên xwe dibe sedema nerazîbûna gelê Wanê. Qeyûmê AKP'ê Taşyapan weke karê xwe yê destpêkê, agahiyên li ser hemû personelên şaredariyê ji Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê yê Midûriyeta Emniyetê ya Polîsan re şand. Tevî ku têkildarî xebatkaran de lêpirsînek jî nîne, agahiyên li ser wan ji emniyetê re hatin şandin û li gorî daxwaz-pêşniyara emniyetê, dest bi avêtina ji kar a karkeran kir. Di destpêkê de 56 karkerên xwedî peyman û piştre jî 103 xebatkarê paqijiyê ji kar hatin derxistin. 

Ev qeyûmê ku heta niha ti xizmet ji gel re nekiriye, eşkere bû ku li gorî biryar û fermanên Serokê AKP'ê yê Wanê Zahîr Soaganda tevdigere. Qeyûm Taşyapan, kesên ji aliyê Zahîr Soganda ve têne erê kirin, digire kar. Her wiha dema kesek serî li şaredariyê dide, jê dipirse bê ji malbata wî kesekî polîs, leşker an jî cerdevanê mirî ye heye yan na. Her wiha kesekî nebe endamê AKP’ê wî nagirin kar.

Xebatkarekî ji şaredariyê da xuyakirin, ku ku her rojên Sêşemê Serokê AKP’ê Zahîr Soganda bi qeyûman re civînê pêk tîne û fermanan dide qeyûman. Qeyûmên li Wanê jî her hefte van fermanên ji Soganda digirin, bi cih tînin.

Ji ber ku şaredariyên ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin xizmetê tenê didin AKP'yiyan û nade gelê herêmê, gelê Wanê gelekî nerazî ye.