Qeyûmê li Wanê mezintirîn tesîsa Tirkiyeyê firot

Qeyûmê ku AKP'ê danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûrat Zorlûoglû tesîsa herî mezin a çandinî û sewalkariyê a Tirkiyeyê û bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê firot.

Nûnerê AKP’ê yê Wanê û Waliyê Wanê Zorlûoglû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê desteser kiriye, milkên şaredariyê difiroşe. Qeyûm Zorlûoglû beriya niha jî Sîteya Oto Galeriyê û otoparka sergirtî firotibû. Qeyûm ê ku bi vê têr nebû niha jî mezintirîn tesîsa çandinî û sewalkariyê ya Tirkiyeyê firot.

MILKÊ ŞAREDARIYÊ DIFIROŞE ALÎGIRÊN XWE

Kargera Çandiniyê ya Organîze ya Wanê (VOTAŞ) ku beriya niha rêveberiya DBP'ê bi 17.5 Milyon TL'yî kirîbû û 12 Milyon TL jê hatibû dayin, bi destê qeyûm hate firotin. Di firotina VOTAŞ’ê de serektiya îhaleyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Mehmet Yaşar dikir, alîkarên sekreterê giştî Fazil Tamer û Salîh Allahverdî jî hazir bûn.

VOTAŞ ji hêla 4 fîrmayan ve hate kirîn, îhale bi rengê teklîfa girtî hate kirin, tekana fîrmaya ku tevlê bûyî Ş. A ya Asya ya Çandinî û Sewalkariyê bi 19 milyon û 510 Hezar TL’yî teklîf bi dest xist. Fîrma ya ku bi ser ketî wê bedêla îhaleyê 25 ji sedî pêşin û ya mayî jî bi  18 teqsîdan bide.