Qeyûm, zarokên ji Sûriyeyê dixebitîne
Qeyûmê Tirk ê li navçeya Artemêtan a Wanê Atif Çîçeklî, zarokên biçûk ên ji Sûriyeyê li karê bexçeyan dixebitîne.
Qeyûmê Tirk ê li navçeya Artemêtan a Wanê Atif Çîçeklî, zarokên biçûk ên ji Sûriyeyê li karê bexçeyan dixebitîne.
Atif Çîçeklî, ku ji roja li navçeya Artemêtan a Wanê bûye qeyûm û vir ve propaganda nebaş a li dijî HDP û DBP'ê dike, zarokên ji Sûriyeyê li parkan dixebitîne.
Derket holê, li parka sîteya Kîracilar a TOKÎ'yê ku ji aliyê şaredariya Artemêtanê ve hatiye çêkirin, zarokên ji Sûriyeyê tên xebitandin.
Zarokên penaber, ku mexdûrê herî mezin ê şerê navxweyî yê Sûriyeyê ne, li Tirkiyeyê nikarin biçin dibistanê û bi erzanî tên xebitandin.
PIRANIYA PENABERAN KÊMÎ 18 SALÎ NE
Li gorî daneyên AFAD'ê, 55 ji sedî yê penaberên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê, di navbera 0-18 salî de ne. Li gorî tespîta saziyên têkildarî penaberan dixebitin, bi qasî mîlyonek ji 3 mîlyon penaberên Sûiryeyê, zarokên di emrê xwendinê de ne. Tenê yek ji çar parên van zarokan dikarin biçin dibistanê. Li ser asta perwedeyê ya zarokên zêdeyî 11 salî, agahî nîne.
Piraniya zarokan nikarin biçin dibistanê. Zarokên keç dest ji dibistanê berdidin û di emrê zarokatiyê de tên zewicandin. Zarokên mêr jî dest ji dibistanê berdidin û neçar dimînin ji bo debara malbata xwe bixebitin. Ji ber ku mirovên bi emr nikarin kar bibînin, zarok neçar dimînin bixebitin.