Qeyûm vê carê bi dozerê ket Taxa Ehmedê Xanî

Qeyûmê ku li Bazîdê ya bi ser Agiriyê hatiye peywirdarkirin vê carê jî bi dozerê ket Taxa Ehmedê Xanî.

Qeyûmê ku meha borî li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî hilweşand, vê carê jî bi dozerê ket Taxa Ehmedê Xanî û dest bi hilweşandinê kir.

Dijminatiya qeyûmê Bazîdê Ûlaş Akman a li hemberî Ehmedê Xanî didome.

Akman ê ku di meha Hezîranê de peykerê Ehmedê Xanî hilweşandibû vê carê jî bi dozerê ket Taxa Ehmedê Xanî. Qeyûm ê ku îddîa kir li taxê hin mal ketine ser rê, di destê sibehê de bi dozerê ket taxê û dest bi hilweşandinê kir.

Di hilweşandinê de darên çinarê jî bi dozerê hatin rakirin. Qeyûm Akman têkildarî meseleyê hê tu daxuyanî nedaye û polîsan li dora taxê girtine.