Colemêrg bêav hatiye hiştin

Qeyûmê li Colemêrgê, bajarê ku nifûsa xwe 300 hezar kes e bêav hişt. Bi mehan e ava paqij bi destê şêniyan nakeve.

Piştî ku Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin û qeyûm lê hate bicihkirin, bajarê ku nifûsa xwe 300 hezar kes e bêav ma. Li hin taxên ku av digihêje wan, ji ber ku av gemarî ye nikare bê bikaranîn. Şêniyên bajêr bi meha e nikarin ava tê malê bi kar bînin.

Colemêrgê weke bajarê çiya û avê tê naskirin, lê belê demeke dirêj e ava paqij bi destê gelê herêmê nakeve. Ji ber ku dora Colemêrgê bi çiya pêçayî ye, ava gelek çem û kaniyan diherike nava bajêr. Zozanê Berçelan û Mergabûtanê ku gelekî nêzî navenda bajarê Colemêrgê ye, gelek kaniyên xwe yên ji ava paqij hene. Di dema Şaredariya Colemêrgê ya HDP'î de ji Zozanê Berçelanê av dihate anîn. Lê belê qeyûm bi mehan e şêniyên Colemêrgê ji ava paqij bêpar hiştiye. AKP û qeyûm ên ku ti carî xizmet ji gelê Colemêrgê re nekirine, xizmetê bi her awayî ji leşkergeh û qereqolan re dikin.

Ji ber ku depo û şebekeyên ava vexwarinê vekirîne ava kanalîzasyonê tevlî ava şebekeyan dibe. Şêniyê bajêr ji vê yekê nerazî ne. Şêniyên taxa Sumbulê diyar dikin ku bi mehan e ava vexwarinê bi destê wan neheketiye. Ahmet B. anî ziman, ji ber ku ava paqij peyda nakin, neçar dimînin ku ji kaniyên bi 20 kîlometreyî dûr in avê bînin malê. Ahmet B. got, "Ev rewş bi mehan e bi vî rengî dewam dike. Êdî hêviya me ji qeyûm nîne. Em bi xwe avê tînin mala xwe. Tiştekî gelekî nebaş e ku di vê dema şewbê de ava paqij bi dest nekeve."