Qeyûm bend danî ber jêdera çêm

Li Cizîrê qeyûmê ku hatî ser şaredariyê jêdera çêm bi bendan girt. Ji ber av û gilêşa li ber jêderê kom bûyî bêhneke xirab li bajêr belav dibe û şêniyên bajêr helwest nîşan dan.

Li taxa Nûrê ya Cizîrê jêderên çêm ên li kuçeyan bi bendên hesin hatin girtin. Saetên pêşî dema ku xebatan dest pê kirî av derbas dibû lê ji ber gilêşa ku li ber jêderan kom bûyî xitimî. Ji ber dîtbariyê û bêhna xirab gel helwest nîşan da.

Li gorî daxuyaniya qeyûm xebat ji ber sedema ewlehiyê hatine kirin. Beriya niha jî ji ber xebatên wiha bi baranê jêder serve çûbûn û ziyan gihabû dikan û malan. Kombûna avêtiyan a li ber van bendên hesinî rê li ber nexweşiyên giran vedikin. Nayê zanîn bê ka ev bend wê çi qasî bimînin.