Qers: Berxwedana me ya li dijî dagirkeriyê wê mezin bibe

Fermandarê HPG'ê Qers: Gel jî niha ji ber dagirkeriya dewleta Tirk bi tirs û fikar e. Gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo dawî li fikarên gel bînin wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Ji fermandarên HPG'ê Çeknas Qers li ser Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê berxwedana li dijî dagirkeriyê heta dawiyê geş bikin. Qers got, wê bi ruhê fedayî û Apoyî bi ser bikevin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li hêzên Tirk ên dagirker dixin, ku dixwazin li herêma Bradostê bi pêş ve biçin.

Gerîla roja 27'ê Nîsanê li girê Lêlîkanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kiribûn. Di çalakiyê de 10 çeperên artêşa Tirk hatibûn rûxandin û 35 leşker hatibûn kuştin, 7 jî birîndar bûbûn.

Yek ji fermandarên HPG'ê Çeknas Qers pêngav û çalakiyên gerîla nirxand û destnîşan kir ku wê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê heta dawiyê mezin bikin û bi ruhê fedayî û Apoyî wê bi ser bikevin.

'EM Ê BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE RABIN'

Qers da xuyakirin ku divê êrîşên çeteyên Tirk ên ji bo dagirkirina Efrîn û Bradostê ji hev cuda neyên nirxandin û diyar kir, hêzên HPG û YJA Starê wê li dijî dagirkerî û mêtingeriyê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Qers bal kişand ser rola NATO û hêzên mêtinger a di êrîşa çeteyên Tirk a dijî Efrînê de û bi bîr xist ku gelê Efrînê bi xurtî li dijî êrîşan li ber xwe dide. Qers destnîşan kir ku gelê Efrînê heta dawiyê li ber xwe dide, teslîm nabe û got, "Gelê Efrînê bi sekneke rêxistinbûyî sîstema ku Rêber Apo afirandiye bi cih anî. Li dijî çeteyên Tirk ên mêtinger li ber xwe da û ev ê rê li ber serketinê veke."

'PIŞTA GELÊ BRADOSTÊ BI GERÎLA RAST E'

Fermandar Qers diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi heman sedeman ketiye herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê û hewl dide lê mayinde bibe. Qers got, "Rêber Apo Bradostê girîng dibîne û li ser wê derê timî nêrîn û pêşniyarên xwe hebû. Gel jî niha ji ber dagirkeriyê bi tirs û fikar e. Ji bo ev fikar ji holê bê rakirin gerîlayên HPG û YJA Starê wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Heta niha derb li dijmin hate xistin. Hêvî û baweriya gelê Bradostê bi gerîla gelekî mezin e. Hêzên me yên gerîla duh çalakiyeke berfireh kirin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin gelekî zêde ye. Nekarîn cenazeyên xwe rakin û PDK'ê alîkarî da wan. Destek dan leşkerên Tirk ku birîndarên xwe rake."

'ÇALAKIYÊN GERÎLA WÊ BIDOMIN'

Qers anî ziman ku çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê moralek mezin didin gel û wiha dewam kir: "Niha ji bo hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kar tê kirin. PDK'ê ji ber ku dest ji Kerkûkê û gelek herêmên din berda, gelê Kurd hê jî li dijî PDK'ê gelekî bi hêrs e. Wekî din, ji ber ku baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistane hene û PDK destûra vê dide, gel bi hêrs e. Gerîla wê li dijî vê yekê bi ser bikeve. Dijmin wê tişta dixwaze nikaribe bi dest bixe. Gerîlayên HPG û YJA Starê wê derbên xurt li dijmin bixin. Em ê li dijî dagirkeriyê heta dawiyê li ber xwe bidin, berxwedanê geş bikin û bi ruhê fedayî û Apoyî bi ser bikevin."