Qedexeya li ser tûtinê: Hilberînerên Bedlîsî bi fikar in

Hilberînerên Bedlîsî ji qedexeya li ser tûtinê nerazî ne. Bi fikar in ku her gavê keda wan bê desteserkirin, ya jî cezayê bi milyaran lîreyî li wan bê birîn.

Tûtina Bedlîsê bi salan e çavkaniya herî mezin a hatineya bajêr e. Têkildarî girtina febrîqeya tûtinê û firotina tûtina Bedlîsê hîn agahiyeke berçav nîne.

Pêkanîna ku wê bandoreke neyînî li hilberînerên tûtinê bike di 1'ê Tîrmehê de kete meriyetê. Li gorî vê yekê çixareya pêçandî hate qedexekirin.

Li Bedlîsê, çandiniya tûtinê gelekî kev ne. Hin ji gundên Tetwan û navenda Bedlîsê hîn jî debara xwe bi çandiniya tûtinê dikin.

Tûtin meha Hezîranê tê çandin û heta meha Mijdarê kedeke mezin jê re tê dayin. Gundê Hervesê yê ser bi navenda Bedlîsê tûtinê difiroşe gelek bajarên Tirkiyeyê.

Hilberînerên tûtinê yên Hervesê beriya şewbê tûtin difirotin Îranê jî, lê niha ji ber aqûbeta yekane çavkaniya xwe ya debarê bi fikar in.

Tûtina li derveyî tûtina yekdestan li nava welêt bê çandin û amadekirin jî weke "tûtina qaçax" tê pênasekirin.

Em bûn mêvanê kargeha birîna tûtinê. Hilberînerê tûtinê Fatîh Ogûz 35 salî ye û ji 10 saliya xwe ve bi karê tûtinê ve mijûl e.

Ogûz diyar dike ku li nava bajêr, li ketin û derketina bajêr, li nuqteyên polîs û leşkeran carna tûtina wan tê desteserkirin, carna jî hem tê desteserkirin hem jî ceza li wan tê birîn û dibêje, "Zarokatiya min li nava van zeviyên tûtinê derbas bû. Hatineya me, nanê me ji tûtinê ye."

Ogûz wiha dewam dike: "Eger dewlet bacê ji me dixwaze em bacê bidin, eger dixwaze ku ewraq bên amadekirin em serî lê bidin, tenê em karibin bi hêsanî tûtina xwe bifiroşin. Dema ku ez tûtina xwe dibim bajarên derdorê ji bo firotinê, bi tirs dibim. Nîvê salê ez kedê didim tûtinê. Ditirsim ku her gavê dest deynin ser keda min, ya jî bi milyaran lîre ceza bibirin. Di vê mijarê de gelek tevlîhevî heye, hinek dibêje qedexe ye, hinek dibêje na. Em nizanin ku çi bikin."

Piştî ku TEKEL ji Brîtîsh Amerîcan Tobacco re hate firotin, navê markayan hemûyan jî hate firotin.

Niha çixareya bi tûtina xwecihî tê çêkirin nîne. Ogûz balê dikişîne ser vê yekê û nerazîbûna xwe wiha nîşan dide: "Ji Emerîkayê, ji welatên cuda tûtin tê Tirkiyeyê. Çima ew serbest e, lê keda me, tûtina ku bi keda xwe me çandiye, qedexe ye. Tûtina me xwezayî ye. Bi zor û zehmetî tê amadekirin. Zarokên me, hevserên me kedeke mezin didin. Em gelekî bi fikar in."