Qedexeya li Colemêrgê mehek din hate dirêjkirin

Walîtiya Colemêrgê qedexeya çalakî û aktivîte yên li bajêr mehek din jî dirêj kir.

Walîtiya Colemêrgê qedexeya çalakî û aktivîteyan ya berê li bajêr ku bi dehan car dirêj kir, carek din jî dirêj kir.

Di daxuyaniya walîtiyê e hate gotin; “Ji derveyî çalakî û aktivîteyên ku li gorî Walîtî û Qeymeqamtiyê hemû çalakî û aktivîteyên mîna mîtîng, civîn, meş, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, kon vedan, daxuyaniyên çapemeniyê û vekirina standan yên di nava sînorên bajarê Colemêrgê de heta 15’ê Îlona 2019’an hatine qedexekirin. “