Qedexeya hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Apo
‘Cezayekî disiplînê’ yê nû li Rêber Apo hate birîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re jî dan.
‘Cezayekî disiplînê’ yê nû li Rêber Apo hate birîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re jî dan.
Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansi, hate zanîn ku “cezayekî disiplînê” yê nû li Rêber Apo hatiye birîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Dadger diyar kir ku di 16’ê Cotmeha 2024’an de, “cezayekî disiplînê” yê nû ji bo 3 mehan, li Rêber Apo hatiye birîn.
Têkildarî hinceta “cezayê” navborî, ti agahî nehatin dayîn. Parêzer, wê îtîrazê biryarê bikin.
Di 23’yê Cotmehê de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan piştî 43 mehan bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê 2 caran, ji bo hevdîtineke nû ya bi malbat û wasî re serlêdan hate kirin, lê belê ti bersiv nehatin dayîn.