Qedexeya 5 salan xwedêgiravî rast e!

Dadgeha Îdareyê ya Herêma Erzeromê têkilî qedexeya li Wanê got, qedexe rast e û ti sedem tine ku were rakirin.

Baroya Wanê ji bo ku qedexeya çalakî û bernameyan ku ev 5 sal in ji hêla Walîtiya Wanê ve danîn, were rakirin serî li dadgehê da. Dadgeha Tirk qedexeya li dijî Destûra Bingehîn û yasayan rast dît.

Eva 5 sal in ku li Wanê û navçeyên wê qedexeya ''bername û çalakiyan'' didome. Li bajêr daxuyaniya çapmeniyê, vekirina standan qedexe ye, rêxistinên civaka sivîl nikarin civîneke çapemeniyê jî bikin. Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez di civînekê de ya bi Rêxistinên Civaka Sivîl re got, ''ev rewş ji qama me derbas dibe'', bi vê nekarî qedexeyê biparêze lê qedexe bû rewşeke mayinde.

Baroya Wanê ji bo ku qedexeya bername û çalakiyan ku ji sala 2019'an ve didome were betalkirin serî li Dadgeha Îdarê ya 3'yan a Wanê da.

Walîtiya Wanê di parastina xwe de îdîa kir ku PKK û KCK bi çalakiyên kuçeyan dixwaze dilxwazan ji xwe re peyda bike û her wiha îdîa kir dibek u çalakî û bername bibin hedef. Walîtiyê di parastina xwe de qedexe rast dît û daxwaza Baroya Wanê qebûl nekir.

Li ser vê parêzerê Baroya Wanê Mahmût Kaçan doz bire Dadgeha Îdarê ya Herêma Erzeromê (Îstînaf). Dadgeha Îstînafê jî li gorî biryara Dadgeha Îdarê ya 3'yan çû, qedexey Waliyê Wanê parast.