Polîsên Tirk li Geverê avêtin ser malê, xwediyê malê birîndar kir

Polîsên Tirk li Geverê avêtin ser malekê û bi çekê xwediyê malê Necmettîn Fendîk bi giranî birîndar kirin.

Polîsên dewleta Tirk, duh bi şev avêtin ser maleke li taxa Gungor a navçeya Gever a Colemêrgê û xwediyê malê Necmettîn Fendîk li pêş çavên zarokên wî bi çekê birîndar kirin. Bavê 7 zarokan Fendîk bi giranî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Fendîk, ku polîsên Tirk gule berdan sînga wî, niha li beşa lezgîn a nexweşxaneyê ye û tê gotin rewşa wî giran e.

Li gorî agahiyên ji aliyê malbatê ve hate dayin, duh bi şev saet di 03:00 de polîsên Tirk li deriyê malê yê kilîtkirî xistine û tevî ku Fendîk ji polîsan re gotiye 'Bisekinin, ez niha derî vedikim', polîsan gule lê reşandine. Fendîk ku li pêş çavên zarokên wî bi giranî birîndar bû, 2 saetan li naverastê hate hiştin. Polîsên Tirk nehiştin ku ferdên malbatê biçin cem wî û piştî 2 saetan bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

Xizmên Fendîk ên bi bûyerê hesiyan, danê sibehê li ber nexweşxaneyê li hev civiyan.