Polîsên Tirk êrîş birin ser goristanê

Polîsên Tirk êrîş birin ser goristana Geverê û li ser kêlan ‘’Leş’’(Kelax)’’ nivisîn.

Polîsên Tirk êrîş birin ser Goristana Ormanê ya Gever a Colemergê.

Goristan ji hêla tîmên taybet ve hate xirakirin û piştre li ser kêlên goran ‘leş’ hate nivîsin.

Par li navçeyê ‘qedexe’ hatibû ragihandin, di 79 rojên şer de gelek ziyan dabûne goristanê, piştî ku berf heliyabû gel dîsa goristan çêkiribû.

Gelê navçeyê li dijî êrîşa li ser goristanê helwest nîşan da. Gel diyar kir tîmên taybet piştî êrîşê li derdorê reşandine.