Polîsên Tirk çek xistin serê zarokê 3 salî!

Polîsên Tirk li Amedê girtin ser malekê û çek xistin serê zarokekî 3 salî.

Polîsên Tirk vê sibehê li Gazîlera navçeya Kayapinarê ya Amedê girtin ser malekê. Polîsan Tîrêj Tekeyê 17 salî destgîr kirin. Hate diyarkirin ku polîsan çek xistine serê biraziyê wî Ciwan ê 3 salî û alavên li malê belav kirine.

Diya wî Nezahat Teke got ku “Polîsan li zengil dan. Ji ber ku berê deriyê me dişkenandin em şaş man. Dema ku ew hatin wê kurê min biçûya dibistanê. Dema kurê min derî vekir, ew avêtin erdê û çek xistin serê wî. Min diyar kir ku kurê min 17 salî ye lê dîsa jî ew li erdê hiştin. Sedema destgîrkirinê negotin, li nava malê geriyan û alavê me belav kirin. Neviyê min jî li malê bû, çek xistin serê wî jî. Kurê min xwendekar e, vê tişta ku kirine zilm e. Ma zarokek dikare çi bike, ez vê zilmê qebûl nakim.”