Polîsekî tevgera taybet 3 kes qetil kir

Li Bûrsayê polîsekî tevgera taybet dêya xwe, birayê xwe û hevjîna birayê xwe qetil kir.

Li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê polîsê bi navê A.E. ku li Çewlîgê polîstiyê dike, dêya xwe Bedriye E., birayê xwe Remzî E. û hevjîna birayê xwe qetil kir û birayê xwe Mehmet E. jî birîndar kir. Hat hînkirin ku Mehmet E. rakirine nexweşxaneyê.

Hat hînkirin ku polîs A.E. piştî qetlîamê çûye Midûriyeta Polîsan xwe teslîm kiriye.