Polîsan pankarta nerazîbûnê nîşanî destdirêjiyê dike asteng kir

Polîsên Tirk di çalakiya li Êlihê li dijî destdirêjî û destavêtina zarokan hatî lidarxistin de, destûr nedan pankarta ku bertekên dijî destdirêjî û destavêtinê li ser, bê vekirin.

Piştî li gundeke girêdayî Beşîriya navçeya Êlihê çawîşê pispor destavête keçikek bi navê Î.P. a 17 salî, Rêxistina Navçeyî ya HDP’a Êlihê çalakiyek lida rxist.

Keçika biçûk a destavêtibûyê hewl dabû ku xwe bikuje, rewşa wê giran e.

Parlementera bajêr Feleknas Uca, rêveberên partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê û endamên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê tevlî daxuyaniya li ber avahiya HDP’ê hate dayîn, bûn.

Pankarta bi nivîsa, “Duh Şirnex îro Batman, başe sibe? Ji bo tacîz, destavêtin û destdirêjiyê bêdeng nemîne. #BêDengNemîneBatman” ku xwestîn vekin, polîsan rê neda ku bê vekirin.

Li ser vê parlementera HDP’ê Uca, pankart li derdora xwe werand û wiha berteka xwe nîşanda û got: “Ez ê wekî cil li xwe bikim, hûnê ji ber min jî bikin? Ger hûn li dijî vê ne, werin em bi hev re daxuyaniyê bidin.” Pankart hetanî ku daxuyanî xilas bû li dora Uca yê bû.

Uca di daxuyaniya piştre dayî de, bal kişand li ser serdana malbata Î.P. û ev gotin: “Tiştek ku bê veşartin nîne, her tişt weke rojê li holê ye. Hûn çima dixwazin vê bûyerê veşêrin? Kerem bikin hûn werin tevlî daxuyaniyê bibin û em bi hev re li dijî destdirêjî û destavêtin derbikevîn.”

Uca, da diyarkirin ku wê piştevaniya malabatan bikin.