Polîsan li Farqînê li malan reşand
Leşkerên Tirk li Farqînê ya Amedê taxên Mescîdê û Konakê dorpêç kir û li malan reşand.
Leşkerên Tirk li Farqînê ya Amedê taxên Mescîdê û Konakê dorpêç kir û li malan reşand.
Li Farqînê ya Amedê polîsên Tirk bi şev taxên Konak û Mescîtê dorpêç kirin . Li taxê ku dengê çekan tê, şer heye. Hate gotin Tîmên Taybet ê Tirk li malên gel direşînin.
Diyar bû, piştî ku guleyên Tîmên Taybet li taxa Mescîdê li malekê ketin, malî ketine serşoyê ji bo ku xwe ji guleyan biparêzin. Şerê li taxê berdewam dike.
Polîsan ketin û derketina ji taxê bi wesayitên zirxî girt, ser welatiyan û wesayitan seh dike.