Polîsan êrîşî çalakiya endamên KESK’ê kirin

Endamên KESK’ê ji bo protestokirina êrîşên li ser dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, çalakî li dar xistin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin û gelek kes destgîr kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakî li dar dixistin. Ji bo protestokirina êrîşên li ser xizmên girtiyan çalakiyek hate lidarxistin. Komeke ku endamên KESK’ê jî di nav de ne, li pêşiya AZC Plaza ya Ofîsa Amedê li hev kom bûn. Polîsan êrîşî çalakgeran kir û gelek kes destgîr kir.