Polîs xwest li ser çeka xwe şûna tilîyê wî bihêle

Li Mêrdînê Hamza Yildirim ê ku polîsan lê da, piştre çek bi tilîya wî kirin û xwestin li ser çekê şûna tiliyên wî derkeve. Polîsan sîxurtî li ser Yildirim ferz kirin.

Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê ciwanê bi navê Hamza Yildirim 6 polîsan li wî dan û gef lê xwarin. Yildirim got “Polîsan piştî ku bi saetan ez derb kirim, bi darê zorê çeka xwe bi destê min kirin û gotin ‘Li ser çekê şûna tiliyên te heye, heke tu bi ya me nekî, wê aqûbeta te jî wekî yên din be’ û gef li min xwarin.”

Endamê Rêxistina Ciwanan a HDP’ê Hamza Yildirim du hefte berê dema ji avahiya HDP’ê derket, çend polîsa pêşiya wî birîn. Polîsan nasnameya Yildirim kontrol kirin û pirs jê kirin. Polîsan got “Tu li vir çi digerî. Ma mala te ne li Dêrikê ye? Tu çima tê vê derê? Hûn di nav HDP’ê de xebatên terorê dikin.” Yildirim jî xwe parast û got “Ez di nav partiyeke meşrû de xebateke siyasî dikim. Nabe ku hûn van pirsan ji min bikin.”

GEF LÊ HATE XWARIN

Yildirim diyar kir ku ew dema diçû Mêrdîna Kevn, wî ferq kiriye polîs wî dişopînin û got “Min dît ku polîs min dişopînin lê ez li ser wê nesekinîm. Min û hevalên xwe, me hev dît. Dema ku em ê biçûna mala hevalê min, du polîsên din jî tevlî wan polîsên din bû. Du polîsan jî pêşiya me birîn. Bi vî awayî em derb kirin. Berê pirs nekirin û li me dan. Piştre dest bi pirsan kirin. Dema min heman bersiv da, vê carê jî sîxurtî pêşniyazî min kirin. Dema min qebûl nekir, gef li min xwarin ku wê malbata min bikujin.”

Yildirim diyar kir ku polîsan jê re gotine “Wê aqûbeta te jî bibe wekî yên din. Te dît ku li Amedê me çi bi hevalê te kir. Em heman tiştî li te jî bikin.” Yildirim diyar kir ku dema wî bersiv nedaye wan polîsan çek xistine serê wî û got “Rûyê min li dîwar bû. Piştre çek xistin pişta min. Hê min fêm nekir çi bûye, çek bi destê min kirin û gotin ‘Êdî şûna tiliyên te li ser çekê heye. Heke tu bi ya me nekî em ê te li vir bikujin. Em ê çekê têxin destê te û em ê bibêjin ‘Şer bi me kir û me jî ji neçarî ew kuşt’. Were peyvê fêm bike.”

EM Ê DEV JI XEBATA XWE BERNEDIN

Yildirim diyar kir ku polîsan piştre ew birine Keleha Mêrdînê û got “Li wê derê bi laserkê diaxivîn. Ez ne li ser xwe bûm, ji wan re hate gotin ku divê min bibin wê derê. Tevî parêzerê xwe me giliyê sûc kir. Ew dibêjin qey bi vî awayî wê min bitirsînin lê em ê dev ji xebat û rêxistinbûna xwe bernedin.”