‘PKK nûnerê azadîxwaziyê ye ji bo wê Tirkiye şerê wan dike’

Rojnamvevan Ferec bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got: “Tirkiye şerê PKK’ê nak, şerê gelê Kurd dike. Ji bo çi PKK dide pêş ji ber ku nûnertiya şerê gelê Kurd a li dijî Tirkiye dike. Divê gel fam bike PKK nûnertiya azadîxwaziyê dike.”

Di demekê de ku rojan balafirên şer ên Tirk xaka Başûrê Kurdistanê topbaran dike, hewl dide gundan vala bike û sivîlan dike hedef. Ev jî kiriye ku fikar û xeteriyên li welatiyên sivîl zêdetir bibin. Bêdeniya aliyên siyasî ya Başûrê Kurdistanê kiriye ku Tirkiye êrîşên xwe yên dagirkeriyê bidomîne. Nivîkar û rojnamevan Letîf Fatîh Ferac têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan ê û bandorê wê ji ANF’ê re nirxand.

Ferac destpêkê bal kişand ser nakokiyên aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku di roja îro de Başûrê Kurdistan di demê xwe yê herî xirab de ye. Ji ber ku rêveberên siyasî yên niha Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibin ne bi xwe ne û got: “Li ser lingê xwe nikarin rawestin û nikarin xwe bi xwe xwe rêve bibe. Hinek din Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe. Beşeke mezin serbexweyiya xwe ji dest daye. Li gel vê jî di nava xwe de tim bi nakok in. Ev jî sûdê dide dijminê me û girîngiya Kurdan dide şikandin. Li Başûrê Kurdistanê dijmin wisa kiriye ku nêzîkatiya koletiyê li wan bê kirin û ne bin xwedî xwe. Ev jî bûye sedem ku dijmin bi hesanî destwerdanê bike.

‘NAKOKÎ Û NEYEKRÊZIYA ALIYÊN SIYSÎ YÊN BAŞÛR, DERFET DAYE TIRKIYE ÊRÎŞ BIKE’

Ferac diyar kir ku dijmin çav berdaye xwîna Kurdan û anî ziman ku dixwaze xebata 29 salan a hate kirin projeya nû ya Herêma Kurdistanê xira bikin û wiha pêde çû: “Tirkiye niha dixwaze ji vê valahiya siyasî ya herêmê sûd bigire, PDK’ê bikişîne siyaseta Tirkiye û AKP’ê. Niha dewleta Tirkiye li Başûrê Kurdistan bi dehan binke û baregehên xwe avakirine, dixwaze vê yekê li Silêmanî û Germiyan jî bike. Ev jî ne tenê şerê aliyekê dike, şerê hemû civaka Kurd dike.

Dema Tirkiye vî şerî jî dike, bi cudakirina netew û baweriyê vê li Başûrê Kurdistan dike. Tirkiye bi rêya çand-huner, bi rêya ragihandin dîsa tevnên sîxûrî yên li Başûrê Kurdistan dixwaze bi destwerdana siyasî ya li navxwe her tiştê bi navê Kurdînî hebe tine bike. Ew nakokiyên nava PDK û YNK’ê û dîsa aliyên siyasî yên Başûr sûdek mezin daye Tirkiye.

‘PKK NÛNERÊ AZADÎXWAZIYÊ YE JI BO WÊ TIRKIYE ŞERÊ WÊ DIKE’

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac bal kişand ser têkoşîna PKK’ê ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û ev nirxandin kir: “Gotina şerê Tirkiye tenê li gel PKK’ê heye, ne li gel Kurd derewekî mezin e. Tirkiye şerê PKK’ê nake, şerê gelê Kurd dike. Ji bo çi PKK dide pêş ji ber ku nûnertiya şerê gelê Kurd a li dijî Tirkiye dike. Divê gel fam bike PKK nûnertiya azadîxwaziyê dike. Ji ber ku PKK nûnertiya gelê Kurdistanê dike, ji bo wê Tirkiye êrîş dibe ser.”

‘PKK NÛERTIYA HEMÛ MIROVAHIYÊ DIKE’

Ferac bi domdarî got. “Di dîlgirtiina Birêz Abdullah Ocalan de piranî hêzên sermeyedar ji Emerîka bigire heta Rûsya û welatên Ewropa bûn yek, dîsa li dijî PKK’ê bûn, lê îro em dibînin ku hê jî heye û mezintir bûye. Li beriya PKK’ê ruhê Kurd bû li nava Kurdan di şoreşên Dersim, Şêx Ebdulah, Şêx Reza û hemû şoreşên din ên Kurdistan bû ezmûnek mezin ji bo avakirin û pêşvebirina PKK’ê. Di roja îro de PKK nûnertiya hemû mirovahiyê dike û dîsa ji bo hemû mirovayetiyê şer dike.

‘EGER PKK NEMÎNE, ROJA DIN WÊ TIRKIYE KURDAN HEMÛ TÊK BIBE’

Eger PKK têk biçe û tine bibe, dor tê PDK û YNK piştre jî hêzên din ên biçûk. Em bînin bîra xwe Birêz Mesûd Barzanî dema hilbijartinê Erdogan girt gel xwe û bir Amedê û da nîşandan ku Kurd biran e û Barzanî ji gelê Kurd deng ji bo AKP’ê û Erdogan xwest, lê me piştre dît ku Erdogan Barzanî weke serokeşîr pênase kir.”

‘DAWÎKIRINA PEYMANA 50 SALÎ, DAWÎKIRINA TIRKIYE YE’

Herî dawî Ferac anî ziman ku yên îro nûnertiya firotina xelk û netewê dikin hîzb in, berpirsyariya mezin li stûyê PDK û YNK’ê û aliyên din e û got: “Tirsa mezin a Tirkiyeyê dawîanîna peymana 50 salî ya di navbera PDK û Tirkiyeyê de ye. Ji ber ku peymana 50 salî kolekirina Herêma Kurdistanê ye. A li vir girîng ew e ku Mîsaqî- Mîllî hilweşînî û dawî li peymanê bînî ye.”