‘Piştî peymana 9’ê Cotmehê pirsgirêk li Şengalê zêdetir bûn’

Nûnerên saziyên Şengalê têkildarî serdana şandeya Neteweyên Yekbûyî ya Nînova ya li Şengalê nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku ew li dijî peymana 9’ê Cotmehê ne û gotin: “Piştî peymana 9’ê Cotmehê pirsgirêkên Şengalê zêdetir bûn.”

Şandeya bi serokatiya Zuhîra El Tabûrî îro serdana Şengalê kir. Şande destpêkê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û piştre jî bi TAJÊ re civiyan û guh dan daxwazên rêveberiyên Êzidî.

Têkildarî Mijarê Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo û Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel li ser hevdîtinê ji ANF’ê re axivîn.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo:

Ev bû cara sêyan li navenda bajarê Şengalê em bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re dicivin. Civînên me bi rêveberiya wan a giştî ya Bexdaryê re jî pê hatiye. Vê carê hevdîtin li ser daxwaza wan pêk hat.

Bi giştî rewşa niha ya Şengalê nîqaş hatin kirin. Rewşa gel di çi astê de ye. Îtifaq çawa ye.

Ji destpêkê ve helwesta me ya li hember îtifaqa hatî kirin diyar e. Daxwaz û pêniyarên xwe yên roja ewilê û heta vê gavê me dubare ji wan re dubare kir.

Me ji bo wan ragihand ku berî ev peyman pêk were, ti pirsgirêk li Şengalê nebûn. Ne pirsgirêkên ewlehî, ne jî pirsgirêkên cudatir lihevhatinek hebû di nava sazî û pêkhateyên li herêmê de. Lê piştî peymanê û şunde pirsgirêk derketin, alozî li herêmê rû didin û dîsa dem dem pirsgirêkên ewlekariyê rû didin.

Em vê peymanê red dikin. Ev peyman nakeve di berjewendiya gelê herêmê de. Şengal herêmeke hesas e, têkilî û peymanên navxweyî, navendî û navneteweyî li ser hene. Weke ew qal dikin, pirsgirêkek mezin li Şengalê nîne, lê ku dixwazin peyman bikin bila bên li gel xelkê Şengalê bi rêveberiya Bexda re li hev bikin.

Li nava herêma Şengalê 23 sazî û dezgehên xizmetguzariyê yên hikûmeta Bexda hene, ev sazî bê peymanê jî dikarin bên karê xwe bikin, çi pêwîstî bi peymaneke wiha nîne. Bi sedan pêwîstî û ji bo vegera Şengaliyan kar bikin, lê nakin, dîsa xwendekarên zanîngehê qedandine, nikarin kar bikin. Ji bo van dikarin bên xebatek taybet bidin kirin, lê nakin. Tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de lihevkirinê dikin.

Şaneya îro jî hate guh dan daxwazên me û diyar kir ku wê van daxwazan hem ji rayedarên xwe hem jî ji bo hikûmeta navendî ya Bexdayê re ragihînin.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel:

Nîqaşên me zêdetir li ser bûyer û pirsgirêkên giştî yên li deverê bûn. Dîsa yek ji mijarên din ên girîng, weke jin çawa jinan rêxistin dikin û bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin û çareser dikin bû.

Yek ji mijara din jin çawa bi jinên dîlketin destên DAÎŞ’ê û hatin azadkirin re çawa eleqedar dibin, di warê jiyanî û rêxistinî de. Her wiha ji bo azadkirina jinên dîlgirtî xebatên tên kirin, çawa tên kirin û dîsa têkiliyên ji bo nava kampan bikarin bên tesbîtkirin û rizgarkirin.

Bi taybet ji bo xebatên jinê û rêxistinkirina jinê nîqaşên weke saziyên jinê yên li vir erka wan û xebatên wan ên jinê hatin nîqaşkirin û vegotin.

Yek ji mijara din nîqaş li ser peymana 9’ê Cotmehê hate kirin. Piştî vê peymanê rê li vegera xelkê Şengalê hatin girtin. Me ji bo wan anî ziman ku bibin alîkar xelên me yên Êzidî ji kampan bên derxistin û vegerin ser cih û warên xwe. Me ji wan daxwaz kir ku me dixwazin weke jin xwe bi xwe xwe rêvebibin û daxwazên me bigihînin cihên eleqedar.