Piştî mîtînga Mûşê gelek kes hatin destgîrkirin
Piştî mîtînga Mûşê di nav de ciwan û rêveberên partiyan jî gelek kes hatin destgîrkirin.
Piştî mîtînga Mûşê di nav de ciwan û rêveberên partiyan jî gelek kes hatin destgîrkirin.
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê de li Qada Kobanê bi dirûşma “Dîsa em/Reyna ma” mîtîng li dar xist. Piştî mîtînê di nav de ciwan û rêveberên partiyan gelek kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.
Ciwan û rêveberên partiyan ên hatin destgîrkirin, ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.