Piştî ku PDK'ê hêz şandin ser gundên Zînî Wertê rageşî zêde bû

Dihate payin ku PDK hêzên li ser girên gundên Zinê û Wertê vekişîne, lê çekên giran û teqwiya şand. Li ser vê, rageşiya li nav Kurdan zêdetir bû.

Dihate payin ku PDK hêzên ku beriya bi demekê şandibûn ser gunên Zînî Wertê yên li Qendîlê yên li qadên YNK'ê vekişîne lê duh bi biryeke ku standî hêzeke nû şande ser herêmê û çekên giran birin herêmê.

'RAGEŞIYA TALOKE DIBE KU ZÊDETIR BIBE'

Derbarê mijarê Komîteya Karê Derve ya KCK'ê piştrast kir ku hêzeke nû şandine ser herêmê û diyar kir ew bi fikar in ku ev ê rageşiya di navbeyna hêzên Kurd de zêdetir bike.  Di daxuyaniyê de hate xwestin ku gelê Başûr derbarê rewşa taloke bihistyar be, ji bo ku rageşî zêdetir nebe li ser partiyan zextê bike û pêşiyê li vê plana dewleta Tirk bigire, ku dîsa dixwazin pê Kurdan bi hev bidin şikandin.

'DIVÊ MIROV TEVBIGERE'

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

''Em ji roja pêşî ve li ser rewşa taloke ya li herêmê dest pê kirî baldar in. Bi gelê wê herêmê re me hin danûstandin kir. Gelê me diyar kir rewşa taloke ya ku hatî afirandin ne di berjewendiya Kurdan de ye, vê naxwazin, heke ev bibe jî wê bi dilê dewleta Tirk bibe, hemû hêzên Kurd jî li vê baldar bin.  Em vê hesasiyeta gelê xwe bi raya giştî re par ve dikin, em bang li gelê me yê li tevahiya Başûr, li derdorên herî bihistyar ên civakê rewşenbîr, nivîskar û hunermendan dikin ji bo ku pêşî li vê were girtin tevbigerin. Ji ber ku, heke dîsa Kurdan bi hev bikevin ev ê tenê bi kêrî dijminê Kurdistanê û Kurdan dewleta Tirk û AKP'ê were.''

'HEMÛ HÊZ DIVÊ VEKIŞIN QADÊN XWE'

Di daxuyaniyê de rageşiya ku şandina hêzê ya bi destê PDK'ê ya li ser herêmê û rûdanên piştî wê hate destnîşankirin û hate gotin hemû hêzên ku bûne sedema rageşiya taloke vekişin qadên xwe.