Piştî DYA’yê Îngiltereyê jî hişyarî da hemwelatiyên xwe

Piştî DYA’yê Îngîltereyê jî ji ber referandûmê hemwelatiyên xwe hişyar kir.

Piştî DYA’yê Îngîltereyê jî têkildarî geşta li Başûrê Kurdistanê hemwelatiyên xwe hişyar kir. Di daxuyaniyê de ya ku ji aliyê Sefaretxaneya Îngîltere ya Bexdayê ve hatî kirin, hişyariya wiha hate kirin;  “Ji ber referandûmê dibe ku sibê li Kerkûk û herêmên gotûbêj li ser hene tevlihevî derbikeve.’

Sefaretxaneya DYA’yê ya Bexdayê jî di saetên sibê de daxuyanîyek da û wiha gotibû; “Hemwelatiyên Amerîkayê bi taybet li herêmên ku di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de gotûbêj li ser hene, ji bo geştiyariyê bila dûrî van deran bin.’