Piştî 30 salan dîsa koçberî lê tê ferzkirin

Welatiyê bi navê Hecî Kerîm Ozturk  diyar kir ku beriya 30 salan ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û ferzkirina cerdevaniyê ji cih û warê xwe koç kiriye û got, piştî 30 salan dewlet dîsa dixwaze wî koçber bike.

Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1988-89’an de bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Yek ji van jî gundên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê ne ku cara ewil gule li mejiyê dagirkeriyê ketiye. Welatiyê bi navê Hecî Kerîm Ozturk (80) di sala 1984’an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê nepejirandîbû û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin. Piştî vê yekê Ozturk neçar ma koçî navçeya Heskîfê ya Êlihê bike. Hêjayî gotinê ye ku bi çêkirina Bendava Ilisûyê re polîtîkaya rûxandinê û koçberiya bi darê zorê li herêmê tê ferzkirin.

‘JI BER ZILMA DEWLETÊ ME KOÇ KIR’

Ozturk diyar kir ku ji ber polîtîkayên qirêj ên şer ên dewleta Tirk di sala 1989’an de neçar mane ku cih û warê xwe biterikînin û wiha axivî: “Di sala 1989’an de gundê me yê bi ser Dihê ve ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Leşkeran mêr digirtin û êşkence li wan dikirin. Dixwestin em li herêmê bibin cerdevan. Her roj leşker dihatin gund jin, zarok, kal û mêr dikirin rêz bi çek û daran li wan dixistin. Xizmeta xwe bi lêxistina me dikirin û herî dawî gund şewitandin. Piştî vê yekê em neçar man ku cih û warê xwe biterikînin û li Heskîfê bi cih bibin. Li gel zorî û hemû zehmetiyan li Heskîfê me cihê jiyanê ji xwe re ava kir. Li Heskîfê min gelek xîzanî kişand û li hemberî hemû şert û mercên jiyanê li ber xwe dan."

JI BER DAXWAZÊN DEWLETÊ BI CÎH NE ANÎ BÛ PENABER

Ozturk da zanîn ku beriya 30 salan wî ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û ferzkirina cerdevaniyê ji cih û warê xwe koç kiriye û wiha got: "Beriya 30 salan min ji ber zilma dewletê koç kir û niha jî dewlet dest ji zilma li ser me bernade. Berî 30 salan ez hatim Heskîfê bi cih bûm û niha jî dewlet dixwaze mala min xerab bike û hêlîna me ya jiyanê dibin avê de bihêle. Temenê min 80 salî ye û her roj ez li ber deriyê malê dirûnim û li rûxandina geliyê Dîclê dinerim. Hundirê min dişewite û tiştek ji destê min nayê. Ji ber ku ez nebûm cerdevan û min daxwazên dewletê bi cîh neanî em li ser axa xwe bûn penaber û me koç kir."

‘DEWLETÊ TI HIZÛRA ME NEHÊLA’

Ozturk anî ziman ku ev 30 sal in jiyana xwe li Heskîfê didomîne û wiha got: "Zêdetirî 30 sal in ez ji Dihê hatime li Heskîfê bi cih bûme. Heskîf bûye hêlîn û warê min. Weku tevahiya emrê min li vir derbas bûye. Dema ez geliyê li Dîcle û şikeftên Heskîfê dinerim ez aram dibim. Lê belê dewletê ti hizûr ji min re nehişt, dewlet dixwaze mala min xera bike. Ez naxwazim dest ji avahiya xwe berdim, berî 30 salan min koç kir lê êdî ez ê ji ser vê axê neçim û heta dawiya jiyana xwe ez ê li vir bim."