'Pirsgirêkan çareser nakin, kûrtir dikin'

Li gorî aliyên siyasî vê hilbijartina pêşwext a Iraqê ne tenê pirsgirêkên Iraqê çareser nekir, her wiha dibe ku pirsgirêkên welat kûrtir bike.

Roja 10’ê Cotmehê dewra 5’mîn ya hilbijartinên pêşwext ên parlementoya Iraqê pêk hat. Ev hilbijartin li gorî hilbijartinên din ên Iraqê cuda bû, ji ber ku yekem hilbijartina pêşwext a di dîroka Iraqê ye ku di bin zexta xwepêşanderan pêk hat.

Di nava 18 salên bihorî de rêjeya tevlêbûna dengderan a ji bo vê hilbijartinê hatiye tormarkirin ku 40% bû. Ev yek pir eşkere işaretê bi bêhêvîbûna mirovan a ji hilbijartinê re dike.

Têkildarê pêkhatina hilbijartinê, encamên wê, paşeroja Iraqê û dibetiyên pêkanîna hikumeta nû 2 siyasetmedar ji ANF’ê re axivîn.

'MÎNA BERSIVDAYINEKÊ BÛ JI BO XWEPÊŞANDERAN'

Endamê Rêveberiya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Şiwan Mihemed destnîşan kir ku hilbijartin di encama zextên xwepêşanderan pêk hat û got: "Ev hilbijartin weke bersivdayînek bû ji bo daxwazên xwepêşanderan a ji bo çareseriya siyasî û aborî li Iraqê."

'GELÊ IRAQÊ ZÊDETIR BÊ HÊVÎ DIBE'

Şiwan Mihemed bal kişande ser boykotkirina hilbijartinê ya ji aliyê ji sedî 60’î yê welatiyên Iraqê û wiha pêde çû: "Sedemê boykotkirina hilbijartinê ya ji aliyê gel ve çend sedemên xwe hene ku yek ji wana ew e ku di nava pêvajoya 18 salên bihorî de ku ew jî pêncemîn dewra hilbijartinê bû, di aliyê pêşkêşkirina xizmetguzariyê û dabînkirina jiyanekî hêjayî welatiyan de kêmasiyên cidî hebûne. Ji ber wê xelkê Iraqê roj bi roj bê hêvî û hejar dibe û ciwan jî welat diterikînin."

'LI IRAQÊ PARLEMENTER LI GORÎ DAXWAZ Û BERJEWENDIYÊN WELATÊN HERÊMÊ TEVDIGERIN'

Mihemed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku gel bi rêya parlamenteran hewl didin guhertinan çêbikin, lê li Iraqê parlementer li gorî daxwaz û berjewendiyên welatên herêmê tevdigerin û li zengila derbasbûna hindurê parlamentoyê û boykotkirina parlementerên welatên din dixin û wiha domand: "Her wiha rayeyên bilind ên Iraqê ji aliyê welatên herêmê tên diyarkirin, welatî bê hêvî bûne û wisa dizanin ku çi tevlê hilbijartinê bibin yan nebin jî vala ye, ji ber ku ew kesane hatine diyarkirin."

'IŞARETÊN EŞKERE YÊN ÇÊBÛNA SEXTEKARIYÊ'

Şiwan Mihemed têkildarê pêkanîna sextekariyê ya di hilbijartinê de jî axivî û got: "Mixabin ji niha ve bi saya wê hikumeta gendel dibetiya sextekariyê heye, bê hêvîbûna welatiyan gihîştiye astekê ku xweziya rojên reş ên serdema rejîma Sedam Hisên dikin. Yek ji îşaretên eşkere ya derbarê pêkanîna sextekariyê ya di hilbijartinê de ew bû ku di rojên yekemîn de hejmara dengan ku hat eşkerekirin, piştî 3 rojan guhertin di hejmara dengan de çêbû û li gorî wê hin namzedên ku serketibûn, lê piştre kesên din li şûna wan hatin hilbijartin. Wê jî hin pirs anîn holê."

'JI SEDAM HISÊN XIRABTIR IN'

Rêveberê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Şiwan Mihemed axaftina xwe domand û got: “Piştî hilweşîna rejîma berê ya Iraqê, gel hêviyek xwe bi hikumeta nû hebû, ji ber ku muxalefet bûn, lê ji Sedam xirabtir bûn."

'NE TENÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NEKIR, DIBE KU KÛRTIR BIKE'

Mihemed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ev hilbijartin tenê pirsgirêk çareser nekir, dibe ku kûrtir bike. Weke ku em dibînin ji niha ve li naverast û başûrê Iraqê xwepêşandanan destpê kiriye û fraksyon û hêzên din gefan li hev dixwin. Destwerdanên welatên derve pir eşkere ne, lewre pêşbînî nayê kirin bê ka pirsgirêkên Iraqê werin çareser bike, ji ber ku pirsgirêkan kûrtir dike. Ji niha ve rayeyên Iraqê tên kirîn û firotin û her du welatên Îran û Tirkiye rê nadin Iraq aramiyê bibîne, ji ber ku pirsgirêkên xwe li Iraqê safî dikin."

'DI DÎROKA IRAQÊ DE YEKEMÎN CARE…'

Hevserokê Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komelgeha Kurdistanê Komel Sermed jî qala cudabûyîna vê hilbijartinê ji yên berê kir û got: "Ev hilbijartin cuda bû, ji ber ku yekemîn care di dîroka Iraqê de ji ber zexta xwpêşanderan hilbijartina pêşwext pêk tê ku daxwazeke sereke ya xwepêşanderan bû."

'HÊ JI DESTPÊKÊ VE HÊVIYA GEL ŞIKEST'

Sermed bal kişande ser bê hêvîbûna welatiyan ji vê hilbijartinê û ev nirxandin kir: "Di destpêkê de ji bo vê hilbijartinê bi şêwazekê propaganda hat kirin ku wê hilbijartineke pak çêbibe. Vê yekê di nava gel de hêvî çêkir ku wê guhertin çêbibin û xizmetguzariyeke baştir pêşkêşî gel bê kirin, lê hê ji destpêkê ve piştî ragihandina encamên hilbijartinê ew hêviya gel şikest. Ji ber ku ya gel dixwest pêk nehat."

'NAMZEDÊN SERBIXWE KIRIBÛN ARMANC'

Komel Sermed destnîşan kir ku hemû anket radixe berçavan ku ev encamê hilbijartinê ya hatî ragihandin û ew aliyên ku serketin, dibe ku bi şêweyekî plankirî hatibe pêkanîn û wiha domand: "Li gorî me di vê hilbijartinê de destwerdana herêmî, navdewletî û navxweyî lê hatiye kirin. Di vê hilbijartinê de namzedên serbixwe kiribûn armanc, bi şêwazekê ango wisa bikin ku di nava gel de hêviyekê çênekin ku ew guhertinan dixwazin daku careke din tevlê hilbijartinê nebin. Hejmareke pir kêm ji namzedên serbixwe serketin, ew namzedên serketinî jî partiyeke desthilat li pişta wan bû. Li wir armanc bê hêvîkirina welatiyan ya ji bo tevlê hilbijartinê nebin eve ku ew partiyên desthilat û xwedî cemawerin naxwazin kesimên din tevlê hilbijartinê bibin."

'IRAQ BI DU DIBETIYAN RE RÛ BI RÛ YE, YEK JI WANA ŞERÊ NAVXWEYÎ YE'

Komel Sermed îşaret bi pêşeroja Iraqê ya piştî hilbijartinê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî hikumetên berê wê hikumeta nû ya Iraqê bi pirsgirêkên mezin û kûrtir re rû bi rû bibe. Di hilbijartina berê de pêkanîna hikumetê salek dirêj kir, li gorî me wê pêkanîna hikumeta vê carê demekî dirêjtir bikişîne. Welat bi du dibetiyan re rû bi rû ye, yan ew aliyên serketî wê beşek ji kursiyên xwe bi aliyên din re parve bikin û bi wana re tevlê hikumetê dibin yan jî wê pirsgirêk bigihîjin asteke wisa ku li Iraqê şerê navxweyî biqewime."