BI DÎMEN

Pira Pirpira tine dibe

Pira Pirpira a li Êlihê di serdema navîn de hat çêkirin, li ber xezeba Ocaxên Xîzê ketiye. Aktîvîstê Xwezayê Emîn Bûlût, ji bo parastina pira xwedî lingê herî dirêj ê cîhanê ye bê parastin, gel nerazîbûnê nîşan bike.

Pira Pirpira a li Êlihê di serdema navîn de hat çêkirin, li ber xezeba Ocaxên Xîzê ketiye. Aktîvîstê Xwezayê Emîn Bûlût da xuyakirin ku qetlîama li hemberî cihên dîrokî û xwezaya Kurdistanê, dewam dikin. Bûlût ji bo parastina pira xwedî lingê herî dirêj ê cîhanê ye bê parastin, gel nerazîbûnê nîşan bike.

Bûlût got, "Pir di dema Asûriyan de hatiye çêkirin. Weke pira lingê wê herî dirêj a cîhanê, tê dîtin. Ev pir ji aliyê Qralê Asûran Mogro ve hatiye çêkirin. Weke Pira Pirpira (Pira Çil Ling) tê naskirin. Lê belê li binê vê pirê ocaxên xîzê û santrala pirê hene. Hem ji derdora Çemê Êlihê hem jî ji binê vê birê xîz tê derxistin. Kepçe ji binê vê pira dîrokî xîzê derdixînin. Her wiha herêma vê pirê seyên avê dijîn. Wekî din 25 cureyên çivîkan hene. Rewşeke ku xweza û dîrok tê talankirin, li holê ye. Li pêş çavan, qadên me yên jiyanê tên qetilkirin. Çemê Êlihê bi ocaxên xîzê û projeyên îslehê yên Karên Avê yên Dewletê ku rapora xwe ya ÇED'ê nîne re, em dibînin ku rewşeke xetere ya cidî li holê heye. Tevî ku me ev xeterî ji rayedaran re ragihandin jî, ti encam bi dest nakeve. Girîng e di vê mijarê de em bikevin nava rewşeke xurt a çalakiyên mezintir. Pêwîste civak û rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûneke mezin nîşan bidin."

...