'Peywira hemû jinan e ku hevrê Nûdem bi layîqî veşêrin'

"Veşartina şehîd Nûdem a ku di têkoşîna me de nirxên mezin ava kiriye, di serî de jinên Kurd dibe peywira hemû gelê me."

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Fatma Adir got, "Hevrê Şehîd Nûdem di têkoşîna me de tevkariyên wê yên mezin hene û bi jiyan û têkoşîna xwe îspat kiriye ku wê azadiyê bîne."

Têkildarî Turkan Yuksel (Nûdem Nûrhak) a ku di 27’ê Nîsanê de li Elkê di şerê bi artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Di çarçoveya şerê îmhakirinê de ya ku artêşa Tirk a faşîst li ser tevgera me û gelê me pêk tîne rêheval Şehîd Nûdem di 27’ê Nîsanê de li Elkê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî hewldanên bi mehan hate tespîtkirin ku hevala me li Goristana Bêkesan a Cizîrê hatiye veşartin. Bi vê wesîleyê ez di şexsê Şehîd Nûdem de şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bi bîr tînim û soza xwe ya serfiraziyê dubare dikim."

'BERXWEDANEKE DESTANÎ TÊ KIRIN'

Wekî ku tê zanîn dewleta faşîst a Tirk ji sala 2015’an û vir ve şerekî îmhakirinê daye destpêkirin û Bakurê Kurdistanê de di serî de li hemû Kurdistanê li dijî gelê me şerekî xedar dide meşandin. Li hemberî van êrîşan Tevgera Azadiyê ya Kurdan bi berdêlên mezin berxwedaneke mezin dide meşandin. Li hemberî pergala mîlîtarîst a AKP’ê jinên Kurd li ber xwe didin. Jinên Kurd qada gerîla di serî de, li her qadê berxwedaneke dîrokî bi pêş dixe.

'KEDEKE MEZIN DA TEVGERA JINAN'

Heval Nûdem bi salan di nav vê têkoşîna dîrokî de cihê xwe girt û kedeke mezin a Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd. Bi salên dirêj li qada Bakur têkoşiyaye û li hemberî êrîşan hatiye qada gerîla. Ji bo têkoşîneke xurt bide meşandin derbasî qada Botanê bûye. Li vê derê bûye helwesta temsîlî ya giyanê berxwedan û serfiraziyê. Di meha Nîsanê de di operasyona li Kato Jîrka de berxwedaneke mezin daye nîşandan û gihiştiye şehadetê.

'WÊ DI BÎRA GELAN DE BIJÎ'

Dewleta Tirk wekî bi sedan mînakên ku ji jinên têkoşer ditirse, cenazeyê Şehîd Nûdem veşartiye. Bi veşartina cenaze re xwestine têkoşîna wê tune bikin. Ji ber israra malbat û parêzerên wê hatiye tespîtkirin ku cenazeyê heval Nûdem li Goristana Bêkesan a Cizîrê hatiye veşartin.

Şehîd Nûdem bi destpêkê baweriya xwe bi tevgerê aniye û kedeke mezin daye. Şehîd Nûdem zarokê herêma Elbistanê ye. Gelê me yê Elbistanê ji xeynî nasnameya Kurdbûnê ji ber nasnameya Elewîbûnê jî rastî polîtîkayên nijadperest ên dijmin hatiye.

'SERBILINDIYA WÊ JI ME RE BÛ MÎNAK'

Şehadeta van hevrêyên me, tevî ku li me giran e û cihê wan nayê dagirtin jî, daxwaza me ya ji bo têkoşînê xurtir kiriye û bûye sonda me ya berxwedan û têkoşînê li dijî dewletên dijminê gel, jin û baweriyan. Şehîd Nûdem, Şehîd Mehmet Aksoy û bi hezaran şehîdên mîna wan, careke din nîşanî me jinan û gelan dane, ku ji bilî azadiyê alternatîfa me nîne, rêyên ji bilî vê yekê tê wateya teslîmiyet, bêrûmetî û înkarê. Şehîd Nûdem tevkariyeke mezin li têkoşîna me kiriye. Bi jiyan û têkoşîna xwe careke din raxistiye pêş çavan, ku gel û jinên bi biryardarî ji bo azadiyê li ber xwe didin, wê azad bibin. Bi xeta xwe ya têkoşîna jinên şoreşger, bi dilsozî û serbilindiya xwe, bi sekna xwe ya dûrî bêhêvîtî û dudiliyê, ji me re bûye mînak û asta jinê ya bi pêşengiya PKK û PAJK'ê derketiye holê, careke din nîşan daye. Hevrê Nûdem, ku di nava kevneşopiya Elewîtiyê de mezin bû, bi berxwedêrî û cewhera xwe ya rabûna li ber zilm û zaliman, xwe gihand asta şoreşgeriya PKK'ê. Dilnizmî, rabûna li ber neheqiyê û têkoşîna bêtirs, di nava şoreşgeriya bi pêşengiya PKK û PAJK'ê de dîtiye.

'EM XWEDÎ LI HEVRÊ NÛDEM DERKEVIN'

Wezîfeya hemû gelê me ye, bi taybetî wezîfeya jinên Kurd e ku bi rengekî hêjayî hevrê Şehîd Nûdem e, xwedî lê derkevin û bispêre axa lê ji dayik bûye. Xwedîderketina li hevrê Nûdem ku li Botanê şehîd bû, beriya her kesî wezîfeya gelê me yê Botanê ye. Wekî din, herêma me ya Elbîstanê jî ku xwedî bi hezaran şehîdan e, divê bi sekneke ku hêjayî wê ye, xwedî lê derkeve. Xwedîderketina li vê rûmeta mezin tê wateya bersiva herî watedar û mezin a li hemberî polîtîkayên yekperest, înkar, şovenîst û nîjadperest ên dijmin. Em careke din di şexsê hevala Şehîd Nûdem de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û sozê didin, ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."