Peymana di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de

Di navbera rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de, di 29’ê Cotmehê de piştî hevdîtinan, peymanek hate îmzekirin.

Piştî ku Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê diyar kir ku di navbera wan û Hikumeta Navendî ya Iraqê de tu peyman nehatiye îmzekirin, derket holê ku di 29’ê Cotmehê de di navbera herdu aliyan de peyman hatiye îmzekirin.

Li ser navê hikumeta navendî ya Iraqê, Serokê Artêşa Iraqê Orgeneral Osman Alî Ferhûd Ganimî, Wekîlê Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê Korgeneral Mûvafak Abdulhadî Tofîq, Korgeneral Menaf Abbas, Wekîlê Serokê Saziya Ewlehiya Neteweyî Hamîr Reşîd Fikeyh û Gerînendeyê Îstîxbarata Leşkerî Tumgeneral Saad Mezher Allak beşdarî hevdîtinan bûn. Di nav heyeta Başûrê Kurdistanê de jî Wezîrê Karê Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sîncarî, Fermandarê Yekîneyên Pêşmergeyan a 70’emîn Cafer Şêx Mistefa, Endamê Fermandariya Pêşmergeyan Korgeneral Şerwan Abdurrahman, Fermandarê Hêzên Zêrevanî Azîz Weysî, Tumgeneral Zirar Hemesalih û Gerînendeyê Giştî yê Îstîxbarata Pêşmergeyan Tuggeneral Birûsk Kassab beşdar bûn.

Peymana di navbera herdu aliyan de ji van xalan pêk tê:

-Li gorî esasên sînorên di 19’ê Adara 2003’an de, di çarçoveya Xala 143’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê de, bajarên Hikumeta Herêma Kurdistanê divê girêdayî sînorên xwe yên îdarî bin. Bi şertê ku, ne li dijî zagonên federal û destûra bingehîn be, li vê derê wê rêveberiya herêmî û polîsên herêmî hebin.

-Hêzên girêdayî rêveberiya Iraqê wê li hemû cihên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi cih bibin. Bi awayê sembolîk hêzên pêşmergeyan jî dikarin li van deran bin. Hejmara pêşmergeyên li vê derê wê li gorî talîmata fermandarê federal, li gorî herêman dibe ku ji hev cihê be.

-Hêzên sînor û hêzên federal wê Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê kontrol bike. Ji bo ku ji xeynî hêzên federal û hêzên herêmî tu hêzên din beşdar bibin, tu palpişteke zagonî tune. Heke Hêzên Pêşmergeyan li ser navê Hêzên Çekdar ên Iraqê were hesibandin, li gorî talîmatên Serfermendar ev tişt dikare pêk were.

-Li herêmên ku hêzên federal wê ji nû ve lê belav bibe, ji xeynî fermandariyê wê kontrol tenê ji aliyê hêzên federal pêk were.

-Fermandarên hêzên federal û rayedarên yekîneyan wê tevî berpirsyarên eniyê yên pêşmergeyan, ji bo ku bicihbûna hêzên federal û teslîmkirina kozikan wê planekê bike.

-Piştî ku peyman hate îmzekirin hêzên parastina sînor a Herêma Kurdistanê wê li herêmên ku xwe bi paş ve kişandiye jî, pêk were.