Peykerê Ehmedê Xanî hê li şûna xwe nehatiye bicihkirin

Peykerê Ehmedê Xanî, ku ji aliyê qeyûmê li Bazîdê Ûlaş Akhan ve hate xerakirin, zêdeyî sê meh in hê nehatiye çêkirin û li şûna xwe nehatiye bicihkirin.

Şaredariya Bazîdê ya DBP'yî, peykerê wêjevanê Kurd Ehmedê Xanî li Parka Ehmedî Xanî ya li taxa Ûlûyol a navçeya Bazîd a Agiriyê bi cih kiribû. Lê belê qeyûmê ku li şaredariyê hate bicihkirin Ûlaş Akhan, roja 22'ê Hezîrana 2017'an peyker dabû rakirin. 

Ji ber nerazîbûna raya giştî, şaredariya bi serkêşiya qeyûm daxuyaniyek dabû û gotibû ku wê peyker ji nû ve li şûna xwe bê bicihkirin. Lê belê zêdeyî sê meh di ser re derbas bûye û di vî warî de hê tiştek nehatiye kirin.

Bi rêya telefonê me xwe gihand Midûriyeta Bexçe û Parkan a Şaredariya Bazîdê û rayedarê midûriyetê îdîa kir ku peykerê nû li derveyî navçeyê ji aliyê peykertraşan ve tê amadekirin.

Li ser dema qedandin û ji nû ve bicihkirina peyker, ti agahî nehate dayin.