Pêşmergeyê Dêrîn: Pîlanên hîn mezintir li ser Kurdistanê hene

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Hazim anî ziman ku meseleya dewleta Tirk ne tenê PKK ye; dixwaze beriya 2023'an Kerkûk, Hewlêr û Mûsilê dagir bike û got, "Divê her kes vê demê bi erk û berpirsyariya xwe rabe, piştgiriyê bide Tevgera Azadiyê."

Pêşmergeyê Dêrîn ê Ranya Mam Hazim li dijî êrişên dagirkeriyê ya Tirk a 14’ê Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir, helwesta nîşan da. Mam Hazim anî ziman ku divê gelê me hişyar be, pîlan û bûyerên diqewimin pir xeter û metirsîdar in. Mam Hazim got: “Mijar ne PKK ye. Gelek cih PKK lê nîne, êrişên dagirkeriyê tên kirin.”

Mam Hazim qala êrişên dagirkeriyê kir û wiha domand: “Divê gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê yê di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Avaşîn, Metîna, Zendûra û Zinarên Mamreşo, dîsa bomberdûmanên li ser Başûr, Rojava, Şengal û dorpêçkirina Mexmûrê piştgiriyeke xurt bidin gerîla û Tevgera Rizgariya Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê dike. Divê her kes xwe ji vê pêvajoyê berpirsyar bibîne. Mirovê bê helwest be, bê ruh e.”

‘ROJANE ÊŞKENCE LI RÊBERÊ ME TÊ KIRIN’

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Hazim anî ziman ku rojan e li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êşkence tê kirin û got: “Di demekê de em Kurd 45-50 milyon in, Rêberê me li girtîgehê ye. Rojane ji aliyê dagirkerên Tirk ve bi reng û rêbazên cuda tê êşkencekirin.” 

‘DIVÊ DEST BIDIN HEV, DESTÊ ME NEKEVE XWÎNA HEV’

Mam Hazim bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiye re û hewldanên şer derxistinê û bang li PDK’ê kir û got: “Divê destê xwe bidin hev, destê me nekeve xwîna hev. Divê hêzên PDK’ê dîrokek din a qirêj li dîroka xwe zêde nekin. Ji şerê Kurd bi Kurd tenê dijminê me wê sûdê jê bigire. Ziyanê wê jî wê li gelê me bibe. 

‘MIJAR NE PKK YE, PÎLANA HATÎ DANÎN PIR MEZINTIR E’

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Hazim anî ziman ku êrişên bi hinceta hebûna PKK’ê tê kirin ne rastin û ev ev nirxandin kir: Gelek cih hene PKK lê nîne lê dagirker êriş dikin; dixwazin dagire bikin. Nimûne Kampa Mexmûr di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye, jin û zarok li nava kampê hene. Çend salên dawî li ser wir bombe tê barandin.

Rojane zarokan qetil dikin, xwezaya Kurdistanê talan dike. Mesele ne PKK ye. Mijar ji ya tê pîlankirin û hincet nîşandana PKK’ê gelek mezintire. Dixwazin sînorê Mîsaqî Mîllî bigirin. Tirkmen niha wisa dizanin ku Kerkûk, Hewlêr, Mûsil bajarên wan e. Dixwazin berî 2023’an van herêman dagir bikin.”

‘LI BER PLANAN HIŞYAR BIN’

Herî dawî Pêşmergeyê Dêrîn ê Ranya Mam Hazim bang li gelê Kurd jî kir û got: “Yek ji derdê gelê me ew e ku li ber vê pêvajo û pîlanên dagirkeriyê bi erk û berpirsyarî ranabe, ji pîlana hatî danîn ne xwedî agahî ye. Ji bo vê ye divê gelê me tim şiyar be.”