Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser Hewîceyê li hev kirin

Hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê, ji bo operasyona Hewîceyê mohra xwe danîn binê peymanek ji pênc xalan.

Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo kontrolkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê, ku 20 Îlonê dest pê kir, dewam dike. Di vê navberê de hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê li ser pênc xalan li hev kirin. Di civînê de, ku nûnerên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî lê amade bûn, peymana ji 5 xalan hate îzmekirin.

Ev her pênc xal wiha ne:

1- Hêzên Pêşmerge wê ji bo operasyona Hewîceyê rê li ber artêşa Iraqê vekin.

2- Pêşmerge wê destûrê bide ku penaberên ji Hewîceyê derbas bibin.

3- Eger pêwîstiya artêşa Iraqê pê hebe, wê lîwa 2. a Pêşmergeyan destekê bide artêşa Iraqê.

4- Piştî operasyonê wê artêşa Iraqê li cih û rewşa xwe ya berê vegere.

5- Pêşmerge wê xwe ji cihê kontrolkirî venekişîne.

Hewîce ji Tîrmeha 2014'an û vir ve di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Ji bo kontrolkirina vê navçeyê, artêşa Iraqê tevî hêzên Heşdî Şabî, roja 20'ê Îlonê dest bi operasyonê kiribû.