Pêngava Xezeba Firatê: 48 çete hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, li bejahiya Reqayê 48 çete hatin kuştin. Di şerê duh de 7 wesayîtên bombebakirî yên çeteyan hatibûn rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hate destpêkirin, şervan her bi pêş ve diçin. Şerê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li gundê Tark, gundekî navê wî nehat zanîn ên li bakurrojavayê Reqayê û li gundê Caber a Rojhilat û Caber a Rojava şerekî dijwar qewimiye. Di vî şerî de herî kêm 48 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê hewl dan bi 7 wesayîtên bombebarkirî êrîşê bikin û di encama derbên şervanan de her heft wesayît bêyî bigihêjin armanca xwe hatin rûxandin.

Li aliyê din, şervanan di vî şerî de 2 weasyît û doçkayeke çeteyên DAIŞ'ê rûxandin.